Polîsan êrîşî meşa feminîst kir

  • 20:54 8 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Polîsan êrîşî Meşa Şevê ya Feminîst kir. Gelek jin hatin binçavkirin.
 
Li Stenbolê li gel qedexeya walîtiyê bi hezaran jin tevli Meşa Feminîst a Şevê ya 8'ê Adarê bûn. Jinên ku li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê kom bûn, Jinên ku dowîzên bi dirûşmên "Gulîstan Doku li ku ye", "Bijî têkoşîna Feministan" û "Betalî,xizanî, fatura ne sûcê me ne", "Em ê cîhanê bihejînin û "Jin Jiyan Azadî" hilgirtin, ber bi kolana îstîklalê ve meşiyan. 
  
Jinên ku dest bi meşê kirin û barîkatên polîsan derbas kirin bi êrşa polîsan a gaza îsotê re rûbirû hatin û gelek ji wan hatin binçavkirin. Jinan êrîşa polîsan şermezar kir û bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Piştî êrîşê komeke jin ber bi Karkoyê ve meşiyan û komek ji wan jî li Siraselvîlerê man û ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkriin. Polîsan piştî dorpêçê 20 kesên ku rojnameger jî di nav wan de hebûn binçav kirin. 
 
Koma ku bi dirûşman ber bi Karakoyê ve çû lê Karakoyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Meşa me ya Şevê ya Feminîst di sala 2003'an de 50 jinan hat destpêkirin û berdewam kir.  Em her salê zêdetir dibin û tên vêderê. Me qedexe nas nekekir û em li dijî patriyarkariyê, kapîtalîzmê û nijadperestiyê meşiyan. Em li dijî kesên ku roja me li me qedexe dikin bang li hemû jinan dikin ku derkevin kolanan û bi rengê mor bayax bikin. Bijî têkoşîna feminîstan bijî serhildana feminîstan."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.