Li Dêrazorê pîrozbahiya 8'ê Adarê

  • 20:52 8 Adar 2020
  • Rojane
DEREZOR - Jinên gundewarê rojhilat û rojavayê Dêrazorê bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye. Berxwedana me serkeftin e" cara yekê 8‘ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin.
 
Pîrozbahiya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêma 7 Kîlo pêk hat. Girseyek mezin a jinan ji endamên saziyên sivîl, fermandarên QSD, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên meclisên jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Dika şahiyê bi pankartên banga azadiya jinê û silavkirina berxwedana wê, "Bi giyanê şehîd Hevrîn Xelef bêhna yasîma 8‘ê Adarê belav dibe", "Têkoşîna me azadî ye. Berxwedana me serkeftin e", "Bi vîna jina azad gel biser dikevin" gul, wêneyên şehîdan û alên YPJ‘ê hatibû xemilandin.
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan Melak Rebah axaftina destpêk kir. Melak, 8‘ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha axivî: "Em jinên Dêrazorê ev cara yekemîn e roja jinan pîroz dikin. Ev delîlê ku êdî jin mekaneta xwe vedigerîne û cejna xwe pîroz dike. Keda mezin a di vî werî de şehîdên me ne, em vê jibîr nakin. Em soz dikin ku em ê şopdarên xeta wan bin ta armancên wan bi cih bînin."
 
Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen bi navê jinan axivî û got: "Jin hertim hewl dida rola xwe pêşbixîne, lê komên tundrawî nedihiştin ku xwe bi rêxistin bikin da ku mafên xwe bidest nexin. Ev zext hemû şoreşek li gel jinan afirand ku armancên û daxwazên xwe gihandin serî. Îro jinên Dêrî bi serferazî nexşeya azadiya xwe ji nûve xêz kirin û mafên xwe bi dest xistin."
 
Leyla 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê, bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
 
'Jin dikarin civakê bi rêve bibin'
 
Di berdewama şahiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal got: "Em jin li guhertin, runêsansa azadiya jinan geriyan da ku ji cîhanê re îsbat bikin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kesayeteke pêşang in dikarin civakê bi rêve bibin."
 
Wefa anî ziman ku "Jin ji bo azadiya xwe têkoşiya û li ber xwe da û bi îradeya xwe dikarî ji zulma bi salan li ser wê hatibû ferzkirin rizgar bike. Em ê xeta şehîdan bişopînin û di her qadên jiyanê de jinên têkoşer ji xwe re bikin pêşeng."
 
Piştî axaftinan, Koma Mîradeya Dêrî, Koma "En û Exewatîha", Koma Zarokên Bisêra û gelek helbestvan berhemên xwe ji stran, şano û helbest pêşkêş kirin.
 
Rêveberiya Jinan a Dêrazorê wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef diyarî endamên jin ên di Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Rêveberiya Jinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan de kirin.
 
Şahî bi govendê bi dawî bû.