Li Ewropayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê

  • 19:48 8 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li gelek bajarên Ewropayê di pêşengiya TJKE'yê de daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.
 
Jinên ku li gelek navendên Ewropayê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) de hatin gel hev bi jinên ji tevgerên cuda re daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Herwiha li Awusturya û li Siwêde jî jinên kurd 8'ê Adarê li qadan pêşwazî kirin.
 
Li bajarê Reîmsê yê Fransayê TJAKE û Kolektîfa Mor Sorê çalakiyeke hevpar li dar xistin. Jinan bi dirûşma ‘Wê jin cîhanê biguherînin’ standek vekirin û belavok belav kirin.
 
Frankfurt
 
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî saet di 14.00’na de jin hatin ba hev û meşek li dar xistin. Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Wê jin cîhanê biguherînin" hatin berzkirin. Saziyên jinan ên Îran û Elmanyayê jî tevlî çalakiyê bûn.
 
Atîna
 
Li Kampa Kurdan a li navçeya Lavrîo a Atînayê ji bo 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Jinên li kampê, pêkhateyên KBDH’ê û endamên komên anarşîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û flamayên YPJ’ê hatin hildan.
 
Sydneyê 8'ê Adarê
 
Bi pêşengiya komîsyona Jinên NCDK’ê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Sydney yê Evûstralyayê çalakîyek hate lidarxistin. Di axaftinên hatin kirin de wiha hat gotin: "Pergala ku xwe dispêre desthilatdariya mêran, rê li ber şer û bêkariyê vekiriye û herî zêde jî jin bûne qurbaniyên van şeran."
 
Herwiha Dewleta Tirk jî bi armancgirtina jinan û sîstema hevserokatiyê ya li Kurdistanê hat şermezar kirin. Ji partiya Keskan serokê şaredariyê Danielle Wheeler axivî û ev tişt got: “ jinên kurd bûne hêviyek ji bo jinên cihanê û şoreşa li Rojava silav dikim."
 
Çalakî bi sitranan bi dawî bû. 
 
Swêd
 
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar li bi dehan navendên bajarên Swêdê bi xwepêşandan, mîtîng, sînema û şanoyê hate pîrozkirin.
 
Li Stockholmê jî saet di 13.00’an de li Qada Sergels Torgê çalakiyê dest pê kir. Li ser navê Sosyalîstên Partiya Edaletê Katya Nîllsson diyar kir ku di bingeha şîddeta li ser jinê de kapîtalîzm û nirxên darizandina baviksalar heye.
 
Li ser navê Yekîtiya Jinên Saryayê Ayşe Goktepe jî diyar kir ku jin her roj ji bo mafên wekhev têdikoşin. Goktepe bal kişand ser berxwedana jinên Kurd ên li Rojava û diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e.
 
Piştî axaftinan çalakger ber bi Qada Norrmalststorgê meşiyan. Jinên kurd alên TJK-E, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan.