Li Kerkûk, Ranya û Hewlêrê 8'ê Adarê hat pîrozkirin

  • 19:05 8 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên RJAK’ê li Kerkuk û navçeya Ranya ya Silêmaniyê 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin û kulîk li wan belavkirin. Her wiha Endamên Grûba Dengê Jinan li Hewlêrê jî li kolanan nêrgîz li jinan belav kirin û daxwaz ji rayedaran kirin ku rê nedin tundûtûjiya li ser jinê.
 
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li Herêma Federal a Kurdistanê bi çalakiyên dewlemend bi coş didomin. Endamên RJAK’ê li Kerkuk û navçeya Ranya ya Silêmaniyê 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin û kulîlk li wan belawkirin. Her wiha li Hewlêrê jî jinan li kolanan kulîlik belavkirin. 
 
Endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) Sumeye Celîl li kolanên Kerkûkê bi wesîleya 8’ê Adarê kulîlk li jinan belav kirin, têkildarî mijarê ku ji saziyên ragihandinê re axivî, behsa dîrok û maneya 8'ê Adarê kirin. 
 
Her wiha li navçeya Ranya ya girêdayî parêzgeha Silêmanî jî bi heman mebestê di pêşengiya RJAK’ê de kulîlk li jinan hatin belavkirin. Endama RJAK’ê Esmer Resul a li vir daxuyaniyek da, 8’ê Adarê li jinên li hember zilmê têdikoşin pîroz kir û got: “Ji bo mafên xwe û garantîkirina jiyana azad em xebat û têkoşîna xwe didomînin.”
 
Endamên Grûba Dengê Jinan li navenda Hewlêrê bi wesîleya 8’ê Adarê nêrgiz û şekir li jinan belav kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin. Yek ji endama Grûba Dengê Jinan Selwe Cewher di têkildarî mijarê de axivî got: “Wezareta Tenduristiyê ji bo tedbîrên li hember vîrûsa Koronoyê daxwaz kiribû ku ti çalakî neyên li darxistin. Em li gor biryarê tevgeriyan û me çalakiyên mezin pêk neanîn. Lê belê bi wesîleya vê rojê me ev çalakiya biçûk li dar xist.” Selwe Cewher axaftina xwe wiha domand: “Em ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku rê nedin tundûtûjiyên li ser jinan. Kesên tundûtûjiyê pêk tînin jî divê werin dadgehkirin.”