‘Em ê civakeke wekhev, azad û demokratîk ava bikin’

  • 18:13 8 Adar 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Jinên ku tevlî şahiya pîrozpahiya 8’ê Adarê bûn hestên xwe bi me re parve kirin û wiha gotin: “Cejna 8’ê Adarê em li jinên berxwedêr, azad û li Rêber Apo pîroz dikin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê dagirkeriya dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têk bibin.”
 
8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, rojeke navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857'an de li ser biryara Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, hat pejirandin. Îro 8’ê Adarê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jina Kurd di Rojhilata Navîn û cîhanê de wek rojeke mezinkirina têkoşînê tê pêşwazîkirin. Jinên kurd ji bo tevahî jinan bûne jêdera azadiyê. Îro 8'ê Adarê ye, bi sedan jinên, herêma Firatê li qada jina azad a Kobanê bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" şahiya pîrozbahiya Roja Jinê ya Cîhanê bi coş û heyecaneke mezin li dar xistin.
 
Jinên ku tevlî şahiyê bûne di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, bersiva pirsên me dan.
 
Her sal bi çi rengî hûn 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê pîroz dikin?
 
Kewser Seydî 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê, jinên berxwedêr û têkoşer pîroz kir û wiha got: ” Roja 8’ê Adarê em bi cil û bergên gelêrî û bi coş û heyecaneke mezin her sal pîroz dikin. Di dema ku rêjîma BAAS'ê li Kobanê desthilatdar bû me bi zor û zehmetî 8’ê Adarê pîroz dikir û pir caran jî rê nedidan ku em pîroz bikin. Jinan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin û li dijî sîstema dewlet û pergala baviksalarî têkoşîn dikin. Cejna 8’ê Adara 2020’an em ê bikin sala berxwedan û serkeftinê. Jinan li ber xwe dan, li ber xwe didin û wê heta dawiyê têbikoşin.”
 
Ferq û cudahiya 8’ê Adara 2020’an ji salên par çi ye?
 
Nesrîn Kenan: Em bi rihê şehîd Hevrîn, yadê Eqîde û jinên têkoşer 8’ê Adarê li dayik û Rêber Apo pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê bi keda jinên berxwedêr hat pejirandin. Sal bi sal asta têkoşîna jinan ji berê mezintir dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi komkujî, koçberî, kuştin, tecewizkirin û wêrankirinê re rû bi rû dimînin. Îsal em ê bi dirûşma “Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” 8’ê Adarê pîroz dikin û em bi çalakiya xwe piştgiriyê didin şervanên YPJ'ê. 8’ê Adara îsal ji salên borî cudatir e. Jin ji berê bêhtir ketiye wê ferqê û dîroka xwe lêkolîn dikin. Jinan berê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê nas nedikirin û tu girîngî nedidin roja 8’ê Adarê. Îsal bi ked û berxwedana jinên qehreman bi hezaran jinên herêma Firatê 8’ê Adarê bi awayekî aram pîroz dikin. Her çiqas êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bin, wê her berxwedan û têkoşîna me jî berdewam be.
 
Hûn çawa dikarin li hemberî van êrîşan xwe û mafê xwe biparêzin?
 
Hêlîn Haçim: Roja 8’ê Adarê em li Rêber Apo û li jinên ku li ber xwe didin pîroz dikin. Dewletên desthilatdar dixwazin di kesayeta jinan de maf û nirxên civakê binpê bikin. Ji ber ku jina azad û bi rêxistinkirî derdora xwe jî bi xwe re bi rêxistin dike û welatê xwe azad dike. Jin her tim li dijî sîstema desthilatdar derdikeve, lewra jî di şer de jin bi kuştin, revandin û şidetê re rû bi rû dimînin. Di êrîşên dewleta tirk ên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, kiryar û hovîtiya dewleta tirk a di derheqê jinan de diyar bû. Hevrîn Xelef siyasetmedarek bû, ji bo tevahî gelê Sûriyeyê û ji bo avakirina wekheviyê kar û xebat dida meşandin. Lê dewleta tirk û hevkarên wê li dijî wekheviya gelan in, ji ber vê yekê Hevrîn û bi sedan jinên ku ji bo maf û azadiya gelan têkoşîn dikirin, hatin hedefgirtin. Wek jinên Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa ku me çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de têk birin, em ê li hemberî hemû êrîşan ax û welatê xwe biparêzin. Civakeke azad, wekhev û demokratîk em ê ava bikin.
 
Hûn wek pêkhateyên Çerkez hest û nêrîna we di derbarê roja 8’ê Adarê de çi ye?
 
Wefa Mûhsên Başa ya ji pêkhateya Çerkes: Em 8’ê Adarê li jinên cîhanê û Rêber Apo pîroz dikin. Em tevlî vê şahiyê bûn bi armanca piştgiriyê bidin hemû jinên azad û bi hev re 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê pîroz bikin. Bi navê 12 eşîrên Çerkesiyan em ji Rêber Apo re azadiyê dixwazin. Berê bi vî rengî me 8’ê Adarê pîroz nedikir û me 8’ê Adarê nebihîstibû, lê  piştî belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo jinan di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girt û rola xwe di rêvebirina civakê de lîst. Îro li vir hemû pêkhate bi çanda xwe, bi rengê xwe 8’ê Adarê pîroz dikin. Bi hêviyên rojên xweş, aramî û azadî li welatên me belav bibe.”