Li Şengalê pîrozbahiya 8'ê Adarê
- 17:40 8 Adar 2020
- Rojane
ŞENGAL - Bi pêşengiya TAJÊ li bajaroka Sinûnê a Şengalê 8'ê Adarê hat pîroz kirin.
Pîrozbahiya îsal ya 8’ê Adarê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de hat rêxistin kirin. Pîrozbahî li ber dibistana amadeyî a Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan kesan tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û piştî axaftinan jî hunermend stranên xwe gotin.