Li Rojava pîrozbahiyên 8’ê Adarê gerandina govendê bi dawî bûn

  • 17:05 8 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gerandina govendê  bi dawî bûn.
 
Bi dirûşma “ Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, hat pîrozkirin. Jin bi coşeke mezin tevlî qadên pîrozbahiyê bûn û govendên azadiyê gerandin. Piştî bernameyek têr û tijî, pîrozbahî bi dawî  bûn.  
 
Şahiya Kantona Qamişloyê bi  girêdana govendan bi dawî bû
 
Şahiya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi coş û gerandina govendê bi dawî bû.
 
Bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye, berxwedane me serkeftin e" şahiya ku li qada Dîrecîkê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê dest pêk iribû bi gerandina govendê bi dawî bû. Di şahiyê de jinên Kantona Qamişloyê û hemû netewan bi cil û bergên xwe yê gelêrî tevlî bûbûn. 
 
Piştî ku peyama Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê hat xwendin, koma govendê ya jinên ciwan govenda xwe pêşkêş kirin û bi boneya 8'ê Adarê kefiyeyê YPJ'ê wek diyarî dayikên şehîdan hat belavkirin.  
 
Paşê Koma Til Koçer ya bi navê Rojbîn  Ereb govend, Hunermed Mîzgîn Tahir, Koma Til Koçer ya stranan û herî dawî koma govenda Dêrîkê govendê xwe pêşkêş kirin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Pîrozbahiya Hesekê bi xelatdayin û gerêdan dîlanê bi dawî bû
 
Pîrozbahiya 8’ê Adarê  a ku li Kantona Hesekê  hatibû lidarxistin, bi xelatdayin û girêdana dîlana bi dawî bû.
 
Komîteya amadekar a bernameyên 8’ê Adarê, şahiyek li gundê Til Bêder ku dikeve navbera Dirbêsiyê û bajarê Hesekê li dar xistin. Piştî ku perspektîvên Rêberê PKK’ê  Ocalan hatin xwendin,  peyama 8’ê Adarê ji jinan re hat pêşkêşkirin. 
 
Di pîrozbahiyê de koma Girê Stêrk, hunermend Caziya, govenda herêma Şengalê berhemên xwe  pêşkêş kirin.
 
Paşî  xelat ji rojnemevan, şervanên YPJ û  şervanên gaziyên şerê rûmetê, hatin dayin.  
 
Şahî bi pêşkêşkirin stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Sumeya Cindî û girêdana govendê bi dawî bû.
 
Li Kobanê şahiya 8’ê Adarê bi rihê jinan bi dawî bû
 
Jinên Herêma Firatê şahiya 8’ê Adarê bi rihê  tevahî jinan bi dawî kirin.
 
Bi pêşengtiya Kongra Star jinên herêma Firatê bi dirûşmeya"Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" şahiya 8’ê Adarê li dar xistin. Piştî şahiya girseyî û bernameya têr û tijî şahî bi dawî bû. 
 
Piştî ku pespektîfên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwendin, peyama 8’ê Adarê ji tevahî jina re hat xwendin. Di nava pîrozbahiyê de jinan bi coşeke mezin û moralekî xurt 8'ê Adarê pîroz kirin. Di dawiyê de jî komên mozîk, şano û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi girêdan govendê bi dawî bû.  
 
Şahiya 8’ê Adarê li Şehbayê bi gerandina govendê bi dawî bû
 
Şahiya 8’ê Adarê ya ku bi dirûşmeya”Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” li Şehabyê bi dawî bû.
 
Di saetên  sibehê de jinên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û 8’ê Adarê li gundê Maratê ya navçeya Ehdas  a Şehbayê, pîroz kirin.   
 
Piştî ku peyamên pîrozbahiyê hatine xwendin, Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê çalakiyên xwe pêşkêş kirin.  Koma Şehîd Mizgîn ya stranên gelêrî, koma Ş.Barîn a şano şanoyek bi navê ‘Jin jiyane, jiyanê nekujin’ pêşkêş kirin, her wiha  Koma Ş. Viyan Suran a govendê, govenda xwe pêşkêş kirin. 
 
Koma Ş. Berçem û Hêva stranên xwe yên gelêrî, vegotin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
.