Jinan ji Êlihê bang kir: Me serî netewand û em natewînin!

  • 16:38 8 Adar 2020
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bi sendan jin tevli mîtînga 8'ê Adarê bûn. Di mîtîngê de Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Em ê bi sekna xwe ya berxwedêr her roj li malî, kolan û li cihê kar  li dijî vê zîhniyeta tirsok di berxwednê de bin. Li dijî her cureyê tundiyê me serî netewand û em natewînin jî."
 
Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve diçin" li Êlihê hat destpêkirin bi coş û kelecana jinan  bi axafitnan berdewam dike. 
 
 Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Aktîvîstên TJA'yê, Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevli mîtîngê bûn. 
 
'Jinan paşve gav neavêt'
 
Di mîtîngê de Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û wiha got: "Bi qirkirinê û bi komkujiyan dixwazin me tune bikin. Lê meşa meşa me ya azadiyê qet bi dawî nebû. Sakîne, Sêvê, Pakîze û bi sedan kesên wekî wan qetil kirin lê me qet dest ji têkoşîna xwe berneda. Wan jinek qetil kir em bûn hezar jin. " 
 
'Heta ku gulîstan bê dîtin em ê dengê xwe bilidin bikin'
 
‘Dîlan bal kişand ser polîtîkayên taybet ên dewletê jî û bal kişand ser rewşa Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileyê de winda ye. Dîlan wiha got: "Li gel ku 65 roj di ser windakirina Gulîstnê re derbas bûn jî hîna tu agahî jê nehatiye girtin. Dêrsimê bajarekî biçûk e. Li Dêrsimê 24 saetan polîs lêgerînê dikin. Ji her tiştî hayê wan heye. Çawa nizanin ku Gulîstan li ku ye. Em vê polîtîkaya Qirêj a li Kurdistanê qebûl nakin. Heta ku Gulîstan bê dîtin em ê dengê xwe bilindbikin. Em li gel hemû polîtîkayên zilmê bi hêz in.  Têkoşîna jinên Rojava a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û cîhadîstan ji hemû cîhanê re bû mînak .Ev têkoşîn rêya me ronî dike. Ez 8'ê Adara jinên rojavayê Kurdistanê ji vir pîroz dikim." 
 
'Bila ev roj bi ber wesîleya aştiyê'
 
Piştre Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Muhsîne Kinak axivî û got bila ev roj bibe wesîleya aştiyê û şer raweste.
 
'Em îro jî hene û em ê sibe jî hebin'
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî 8'ê Adara jinan pîroz kir û got ku îktîdar naxwaze jin di xebatan de cih bigirin û dengê xwe bilind bikin. Songul wiha berdewam kir: "Li dijî hemû êrîşan jinan têkoşîna xwe berdewam kir. Em duh jî hebûn îro jî hene û em ê sibe jî hebin."
 
'Em nîvê civakê ne'
 
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: "Me destkeftiyên xwe hêsan bi dest nexistine.  Me di vê rêyê de bedelên giran dan .Em têkoşîna xwe bidomînin. Em jinên kurd li Rojava bûn pêşengên azadiyê û avakirina civakeke nû. Îkqtîdarê di serî de êrîşî destkeftiyên jinan kir. Lê hem hevserokatiyê bi dest wan ve bernadin.  Em dest ji nûnertiya wekhev bernadin." 
 
Salîha herî dawî wiha got: "Em kur mecbûrê ku tifaqa xwe ava bikin. Vê jî di serî de divê jin bikin. Jin kesên ku civakê fam dikin û pêş dixine.   Em jin ji bo vê berpirsiyariyê amade ne .Em bi sekna xwe her roj li kolanan, li malê û li cihê kar di berxwedanê de ne. Li dijî hemû tundiyê me serî netewand û em natewînin. Ez 8'ê Adara hemû jinan pîroz dikim."
 
Mîtîng bi sitran û govendê bi dawî bû.