Li Dêrsimê jinan bi gerandina govendê 8'ê Adarê pîroz kirin

  • 16:25 8 Adar 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê jin hatin gel hevdu û  bi erbane û bi gerandina govendê 8'ê Adarê pîroz kirin
 
Platforma Jinê ya Dêrsimê di çarçoveya 8'ê Adarê de li kuçeya hunerê meş li dar xistin. Jin bi cilên xwe yên rengorengo û daxwazên xwe hatin gel peykerê Seyîd Riza. Jinan pankarta "Li dijî qeyran, komkujî û tundiyê em serîhildan û têkoşîna ji bo wekheviyê mezin bikin" hilgirtin. Her wiha jinan doviza "Gulîstan Doku" li ku derê ye hilda. Jinan dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî piştevaniya jinê" berz kirin. Piştî gerandina govendê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Li ser navê platformê Çagla Yolaşan daxuyanî xwend. 
 
Çagla wiha got:"Jin li dijî zextan serî natewînin. Li her derê cîhanê li berxwe didin. Jin li dijî polîtîkayên zayendperest, nîjadperest li berxwe didin. Bi windakirina Gulistan Dokû hat dîtin ku jinên li zanîngehan tê xwestin ku bi mirin û tundiyê rû bi rû bên hiştin. Derbarê Zainal Abakarov û malbata wî de tu lêpirsîn nehat destpêkirin û qaşo ji bo betlaneyê çûn bajarekî din. Li dijî tundî û newekheviya ku li ser me tê fezkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftinan jinan govend gerandin.