‘Her roj em ê bikin 8’ê Adarê û cejna jinan li dar bixin’

  • 16:13 8 Adar 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
ŞEHBA - Jinên ciwan yên ku di şahiya 8’ê Adarê de pêşengehek wêneyan vekirin, derbarê pêşengeha ku vekirin de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Em di şahiya 8’ê Adarê de pir kêfxweş in. Me di riya xêzkirina tabloyan  de keda jinê û têkoşîna wê pêşkêş kir.”
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn bi rengên jina  berxwedêr daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.  Tevgera jinên ciwan a Efrînê di şahiyê de pêşengehek wêneyan pêşkêş kirin. Wêneyên ku hatine  xêzkirin berxwedan û keda jinê tê de dihat diyarkirin. Her wiha di nava wêneyan  de, wêneyên  jinên têkoşer hatine xêzkirin. Nêzî 12 tablo hatine pêşandan. Jinên Ciwan ên ku ev pêşengeh li dar xistine, di şahiya 8’ê Adarê de nêrînên xwe ji me re parve kirin. 
 
‘Em 8’ê Adarê li jinên azadîxwaz pîroz dikin’
 
Rêveberiya  Komîteya Xwendekaran Hêva Haşêm li ser pêşengehê wiha got: “Di serî de em 8’ê Adarê li Rêber Apo û li tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikin. Em weke Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Efrînê me xwest ku di vê roja pîroz de em pêşengehekê li dar bixin, da ku em ked û tekoşîna jina azad bi jinan re parve bikin.”
 
‘Êşa jinan me di tabloyên  xwe de derxistiye’
 
Ciwana bi navê Nisrîn Sîdo bal kişand ser wêneyên ku hatine xêzkirin û wiha pê de çû: “Em bi hatina cejna jinê  pir kêfxweş in. Pêşengeha me wêneyên jinên ku di jiyana xwe de êş kişandine hat xêzkirin û me di vê şahiya xwe de  ev yek jî pêşkêş kir.  Jin ji bo hebûna xwe li qada ne, jin ne tenê bi cil û bergan xweşik dibe, jin bi xwe xweşikbûna jiyanê ye. Divê jin ji bo azadiya xwe  bibin yek û bi hev re berxwedana xwe mezin bikin.”
 
‘Fikrê Rêber Apo esasa jiyana me ye’
 
Endama Jinên Ciwan a bi navê Zeyneb Xelîl nêrîna xwe ji me re anîn zima û wiha got: “Divê jin hemû ji bo azadiya xwe li qadan bin, her rojê em ê bikin  8’ê Adarê û cejna jinan li dar bixin. Em ê fikir û felsefeya Rêber Apo ji jiyana xwe re bikin esas û li ser şopa wî bin li peyî azadiya xwe bin.”