Di şahiya 8'ê Adarê de jinan bal kişandin ser yekîtiya neteweyî

  • 15:58 8 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Jinên ku di şahiya 8'ê Adarê ya di pêşengiya TJA'yê de li Wanê hat lidarxistin bal kişandin ser yekîtiya neteweyî.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê wekî fînala çalakiyên ku ev 10 roj in didomin şahiya bi dirûşma "Em serîhildanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, endamên KCD'ê, Hevserokên dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên Saziya Civaka Sîvîl (STK) û bi sedan jin beşdarî şahiya li Eywana Dawetê hat lidarxistin bûn. 
 
Li eywana şahiyê pankartên "Jinen ciwan tirsa faşîzmê pêşenga berxwedanê ne","Em di azadîyê de bi israr di tekoşînê de bi biryar in" hatin daliqandin. 
 
'Avahîsazê têkoşîna jinê Birêz Ocalan e'
 
Piştî gerandina govendê sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Piştre deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê komîteya tertîpê Hevseroka Tûşbayê Edîbe Babûr axivî. Edîbeyê got:"Têkoşîna me ya tevgera jina azad di cîhanê de olan da. Avahîsazê têkoşîna jinê Birêz Ocalan e. 8'ê Adarê roja têkoşînê ye. Bijî 8'ê Adarê."
 
'Tevî hemû zextan em têkoşîna xwe dewam dikin'
 
Di şahiya ku dirûşmên "Hevserokatî xeta me ya mor e" de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznûr Bartin wiha got:"Ji Rosa Luksembûrgan heta Arîn Mîrkanan, em ji rêhevalên xwe yên di zindanan de ne silavên xwe bi rê dikin. Tevî hemû zextan em têkoşîna xwe dewam dikin."
 
'Heger Kurd nedin yek ew ê zilma li ser wan zêdetir bibe'
 
Cigira Seroka Giştî ya Partiya Azadî û Mirovan a Wanê Menice Gulmez wiha got:"Heger têkoşîna jinan tune be ew ê di cîhanê de kêmasiyek mezin hebe. Loma divê jin dev ji têkoşîna xwe bernede. Divê jin pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin. Heger Kurd nedin yek ew ê zilma li ser wan zêdetir bibe."
 
'Divê tecrîd bi dawî bibe'
 
Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmsek got:"Jin ji bo şer biqedin li ser piya ne. Jin îro li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê dike. Ji bo aştiyek mayinde divê tecrîd bi dawî bibe."
 
'Jinên ku pêşengiya têkoşînê dikin rehîn tên girtin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran wiha got:"Em niha careke din dibînin ku jin li qadan têkoşînek mezin didin. Jinên ku pêşengiya têkoşînê dikin rehîn tên girtin. Em ji Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel re silavên xwe dişînin."
 
Piştî axaftinan şahî bi stranên Koma Sor a Jiyan bi dawî bû.