'Em bi hêvî ne sala 2020'an bibe sala serkeftin û azadiya tevahî jinên cîhanê'

  • 15:34 8 Adar 2020
  • Rojane
Cîhan Murad-Rojda Seyîdxan
 
QAMIŞLO - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinên ji Kantona Qamişloyê axivîn û gotin: "Bi boneya 8'ê Adarê û pişkivîna heyva biharê, em roja jinên kedkar li tevahî jinan pîroz dikin." 
 
Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" bi hezaran jinên Qantona Qamişloyê li qada Dîrecîkê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona  Qamişloyê kom bûn û 8'ê Adarê dest pê kir. Jinên ji hemû netewan bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî şahiyê bûn. Jinên ku beşdarî şahiya 8'ê Adarê bûne kêfxweşiyên xwe parve kirin.
 
'Hemû qadên ku hatine rizgarkirin şahiya 8'ê Adarê lê tê lidardixin'
 
Endama Bîroya Rêveberiyê ya MSD'ê Nahya Silêman a ji pêkhateya ereb e, 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Ez vê rojê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Rojava pîroz dikim. Îro bi saya wan şervanên ku tevahî bajarên me ji çeteyan rizgar kirine, bi hemû pêkhateyan em vê rojê pîroz dikin û em minetdarê wan in. Îro li hemû qadên ku hatine rizgarkirin şahiya jinê tê lidarxistin. Em bi hêvî ne ku ev roja bi coş derbas bibe. Jinan xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş xistine û pêşengtiya artêş û siyasetê dike, ev jî ji hemû jinên cîhanê re mînak e."
 
'Bi saya keda Rêber Apo em vê rojê pîroz dikin'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Fatim Hemîd roja jînê li tevahî jinan pîroz kir û wiha pê de çû: "Em jî wek jinên bajarê Dêrîkê 8'ê Adarê di serî de li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo aştî û azadiya jinê, serî hildin. Êdî em şer naxwazin, ji ber em naxwazin êdî kezeba dayikên me bişewite. Ger îro em vê rojê bi hemû pêkhateyan pîroz dikin. Ew jî bi saya keda Rêber Apo û projeya netewa demokratîk e."
 
'Îro hemû jin li qadan in û roja xwe pîroz dikin'
 
Berdevka Kongreya Star a Qamişloyê Îbtîsam El- Hisên jî hêstên xwe ji bo vê rojê wiha parve kir: "Bi boneya 8'ê Adarê û pişkivîna heyva biharê, em roja jinên kedkar li tevahî jinan pîroz dikin. Em bi hêvî ne sala 2020'an bibe sala serkeftin û azadiya tevahî jinên cîhanê. Ev roj li dijî deshiltdarî û berxwedana jinan ava bûye. Îro hemû jin li qadan e û roja xwe pîroz dikin, em jî wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihê Hevrînan vê rojê pîroz dikin. Banga min ji tevahî jinan heye, ku li dijî desthilatdariyê têbikoşin û wekhevî û jiyana azad bi dest bixin."