Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê: Em ê her tim li qadan bin

  • 15:05 8 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Mîtînga 8'ê Adarê li Amedê bi coş û heyecan dom dike. Di axaftina vekirinê de hat diyar kirin ku têkoşîn û berxwedana jinê bi her awayî dê bidome. 
 
Mîtînga 8'ê Adarê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn" hatî organîzekirin li Qada Îstasyonê dest pê kir. Di qada mîtîngê de pankartên wekî “Em yekitiya netewî dê bi pêşengtiya jinê birêxistin bikin", "Kuştin, taciz û tecawiz polîtîk in", "Têkoşîn bi te destpêdike û berxwedanê jî bi rêxistin bike", "Em ji bo xweza û azadiya jinê ekolojiyê diparêzin" û “Ji bo heqîqat û edaletê li ber xwe didin" hatin daliqandin. Her wiha di mîtîngê de jinan dirûşmên wekî "Jin jiyan azadî", "Ne îtîat berxwedan", "Bêdeng nebe biqîre", "Bê jin şoreş nabe", "Gulîstan Dokû li ku ye" û "Bê serok jiyan nabe”  berz kirin. Her wiha jin bi taybetî bi cilên xwe yên kurdî û rengîn tevlî mîtîngê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, aktîvîstên TJA'yê, endamên Komeleya Jinan a Rosa, MED-DER, Komeleya Pir Sultan Abdal, rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosun, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, DAKAP, ESP, SKM, OGK, endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, sazî û dezgehên sivîl, MED-TUHAD-FED, Başak Demîrtaş, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, hevseroka HDP'ê ya bajêr Hulya Alokmen, rêvberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi hezaran jin tevlî mîtîngê bûn. Her wiha ji Dêrik, Nisêbîn, Qosera Mêrdînê û Rihayê jî jin ji bo mîtîngê hatin Amedê. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî qad xemilandin. Meclîsa Jinan Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) xwestin bi pankarta xwe bên qada mîtîngê lê belê hatin astengkirin. Girseya derdorê bertek nîşanî astengiyê dan. 
 
'Em ê her tim li qadan bin'
 
Mîtîng bi rezgirtinê destpê kirin. Axaftina vekirinê ji hêla Komîteya Amedekar a Mîtîngê Adalet Kaya ve hat kirin. Adalet, destnîşan kir ku nêzî salek e xebat didin meşandin û got: "Nêzî salek e xebatên me yên komelê didomin û me soz da ku em ê li kolanan bin û îro me dît ku xebatên me vala neçûne. Bi hezaran jin li qada mîtîngê ne. Em ê her tim li dijî şer û kedxwariyê dengê xwe bilind bikin."
 
Li ser navê Platforma Jinan a Kurd ya Hevpar Duysal Karataş axivî û wiha axivî: "Wekî Cegerxwîn gotî ‘Em nebin yek em ê herin yek bi yek’ Niha her çar parçeyên Kurdistanê berxwedanek heye. Ji bo jinan sazî û dezgeh qadên berxwedanê ne. Medya tu carî yekitiya jin û kurda nabîne. Lê belê em ê her tim têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin."
 
'Hemû jin li dora serîhildanê bibin xelek'
 
Piştî axaftina vekirinê parlamentera HDP'ê Semra Guzel nameya ku ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatî şandî xwend. Girtiyên jin di peyama xwe de wiha gotin: "Asîman rêhevalekî nêz e, her girtî dema lê dinihêrin çavên wan ber bi rengî şîn ve diçin. Rengê şîn werdigere azadiyê, azadiya lîlandinê û azadiya bi coş. Bi biharê re dîwarên kor bi kulîlkan dixemilin. Dilê me digihêje asîmanan. Em bi rihekî bi vî rengî li qadan e û ji nû de...
 
Li ser qereza kesên koletiyê li ser jinan ferz dikin em di zindanên ku serîhildan û jiyanê em geş dikin de bi we re hestên xwe parve dikin. Li dijî zext û zordestiya em her roj dibînin ku em nêzî serfiraziyê dibin. Di bedena jinê de hestên şoreşgeriyê her ku diçe mezin dibe. Di dawiya şoreşê de aramiya herî pîroz ew ê bibe ya têdikoşin. Şerma herî mezin ew ê ya kesên ne di nava têkoşînê de be. Îro em bi we re dibînin ku em kesên têkoşer pir bi hêz in û dimeşin.  
 
Baweriya me heye ku ew ê bi jinan re azadiya zayendî, demokrasî ya gelan pêş bikevin. Em hêza xwe ji zaninstê ji Amarayê Abdullah Ocalan ku dibêje 'Şoreşa jinê şoreşa gel e' digirin. Em dibêjin her der Îmralî ye her der cihê berxwedanê ye. Em careke din silavan ji Dayikên Aştiyê, hemû jinên bedel dane, dayikên me yên laçikspî, zarokan, hemû rêhevalên me yên jin re dişînin. Em bang dikin ku hemû jin li dora serîhildanê bibin xelek."
 
Mîtîng bi stranên Koma Jinan a MA yê berdewam dike.