Li Sîlopiyê 8'ê Adarê: Jinên Botanê bi berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin

  • 14:55 8 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Mîtîna 8'ê Adarê li Sîlopiyê bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin" berdewam dike. Di Mîtîngê de Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven axivî. Leyla diyar kir ku jinan bêhna azdiyê girtine û êdî tu kes nikare wan ji rêya wan vegerîne.
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê de bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin" mîtînaga 8'ê Adarê li Sîlopiya Şirnexê hat lidarxistin. Di mîtîngê de Hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvn axivî. Leya di setpêka axafitna xwe de wiha got: "Em jin jiyaneke azad dixwazin. Îro ji ber vê ye ku hemû qad bi jinan tijî ne.  Îro me qadên 8'ê Adarê dagirtin em ê sibe jî qadên Newrozê dagirin.  Tu kes nikare li heberî têkoşîna jinên kurd bisekine."
 
Govenda jinan a bi cil û bergên kurdî ku ji serê sibehê ve hatiye destpêkirin bê rawestan li qada mîtîngê berdewam dike. Mîtîngg li gel zextên polîsan bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berdewam dike. Mîtînga ku bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê hat destpêkirin, di serî de li ser navê Komîteya Amadekariya 8'ê Adarê, hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç axivî. Guler hemû jinên li qadê silav kirin û 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir Guler xwet ku şer bi dawî bibe û axafitna xwe ji dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî kir.  
 
'Şoreş li ser bedena jinan pêş dikeve'
 
Piştre navmeya ku jinên gittî ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û ji Giîrtîgeha Tîpa F a Kandrayê şandin hat xwendin. Name li ser navê jinan ji aliyê Rêvebera HDP'ê ya Şirexê Zozan Aksu ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Li dijî pergala ku esaretê li jinan ferz dike em ji zindanên ku me berxwedan û jiyan lê mezin kriiye em kêfxweşiya bi hevrebûnê dijîn. Li gel tundî û binpêkirina mafan ku roj bi roj zêde dibe em dibînin ku em çiqasî zorê didin faşîzmê û çiqasî nêzî azadiya jinê bûne.  Li ser bedena jinan şoreş roj bi roj pêş dikeve."
 
Em wekî jin, ku bi taybetî bi zilmê re rûbirû mane wekî jinên kurd di asta herî kritîk de însiyatîfê digirin û erkê digirin ser milên xwe. Em ê ji gelan re şoreşeke ekolojîk, a azadîxwaz bi gewde bikin. 
 
Niha dem dema ku em meşaleya 8'ê Adarê ya hatiye vêxistin bi ya Newerozê re bikin yek û ji bo rêya diçe azadiyê bibin pira  ye.