Li Rojava çalakiyên 8'ê Adarê

  • 14:46 8 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Herêmên Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê dest pê kirin. Jin bi girseyî herikîn qadên pîrozbahiyê. 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê û bi dirûşma ”Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” li seranserê Herêmên Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şahiyên pîrozbahiya 8’ê Adarê dest pê kirin. Ji seatên sibehê de jinan bi girseyî berê xwe dan qadên pîrozbahiyê. Di şahiyê de xemla jin û hezkirina wê ji cejna azadiyê re, tê dîtin. Qadên pîrozbahiyê hatine xemilandin û jin bi coşeke mezin cejna xwe pîroz dikin. 
 
Jinên Kantona Qamişloyê 8'ê Adarê pîroz dikin
 
Qamişlo
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê , jinên Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest bi şahiyê kirin.
 
Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" bi hezaran jinên Qantona Qamişloyê li qada Dîrecîkê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona  Qamişloyê kom bûn û 8'ê Adarê dest pê kir. Jinên ji hemû netewan bi cil û bergên xwe tevlî şahiyê bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Amara, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, alên Kongreya Star, pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin", "Bi rihê we yê fedayî, netewa demokratîk misoger dibe" hatibû xemilandin.
 
Bernameya 8'ê Adarê bi xêrhatine tevahî mêvanan û bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Mamoste Hêvîdar Mihemed ve hat xwendin. Paşê Koma Elenya stranên xwe pêşkêş kir. 
 
Li Şehbayê şahiya 8’ê Adarê dest pê kir
 
Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma ”Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” şahî li qada gundê Maratê yê Şehbayê hat lidarxistin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jin a Cîhanê, jinên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma”Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” dest bi şahiya 8’ê Adarê, kirin. Şahî li qada gundê Maratê ya navçeya Ehdas  a Şehbayê bi beşdarbûna tevahî jinên ereb, tirkmen û kurd hat lidarxistin.
 
Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn 
 
Qada pîrozbahiyê bi wêneyen Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê yên Berxwedana Serdemê, jinên têkoşer, alên YPJ/YPG’ê, Kongreya Star, Yekîtiya Jina Azad a Şehabyê û pankertên bi nivîsa”Jin jiyan azadî”,”Bi rihê jina azad, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin”,” sonda me bi dayê Eqîde, Hevrîn, Barîn û Amareyan  ew e ku em ê tola wan hilînin” hat xemilandin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgitin ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir, paşê nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku di hevdîtina dawiyê de pêşkêşkiribû ji aliyê Endama Kongreya Star a Efrînê Newroz Ehmed, hat xwendin. Her wiha peyam Komîteya Amadekar a ji bo 8’ê Adarê hat xwendin, paşê axaftin hatin kirin.
 
Endama Kongreya Star a Efrînê Zelûx Reşêd û  li ser navê Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Narîman Hisên axaftin kirin û gotin: ”Em roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em weke jinên Efrîn û Şehbayê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi têkoşîn, berxwedan û coşeke mezin, pîroz dikin. Em ê bi îradeya jina azad pergala baviksalarî û desthildariyê bişkînin û jiyanek azad bi hev re bijîn.”
 
Şahî berdewam e.
 
Li Kobanê Jin bi coşa 8'ê Adarê li qadan in
  
Bi sedan jinên Herêma Firatê berê xwe dane qadên pîrozbahiyê û bi coşeke mezin 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, pîroz dikin. 
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star û bi dirûşma ”Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e”bi sedan  jinên herêma Firatê 8'ê Adarê, pîroz dikin. Jin ji 6 aliyan ve meşiyan, li qada jina kom bûn û dest bi şahiya xwe kirin. Jin bi cil û bergên herêmî tevlî şahiyê bûn.
 
Qada şahiyê bi wênyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên berxwedana rûmetê, alên Kongra Star, Asayîş, Hpc Jin,YPJ û pankertên bi nivîsa "Têkoşîna min derxistiye holê û karê ku min kiriye dilsoziya min a bi  şehîd re ye ", "8'ê Adarê li hemû jinan pîroz be", "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye", "Bi pêşengtiya Leylayan em ê têkoşînê mezin bikin", "Jina azad mîsogeriya Netewa Demokratîk e", hatibûn xemilandin.
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Endama Kongreya Star Rojîn Mihran ve, hat xwendin. Her wiha peyama komîteya amadekar jî hat xwendin.
 
Şahî didome.
 
Roja 8’ê Adarê li kantona Hesekê hat pîrozkirin
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star jinên kantona Hesekê 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxistin. Îro bi pêşengtiya Kongreya Star a kantona Hesekê jinên kantona Hesekê, Til  Temir, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê û Koçberên Kapa Waşokanî bi şahiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin. Şahî li gundê Til Bêder yê ku dikeve navbera Hesekê û Dirbêsiyê hate pîrozkirin, di şahiyê de konê berhemên jin her wiha pirtûkan, hate vedan. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Her wiha perspektîvên Abdullah Ocalan bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevsoka çand û huner a kantona Hesekê Efaf Hesekê û Endama Rdayoya Dengê Xabûr Bêrîtan Xalid ve hate xwendin. Piştre ji aliyê komîteya amadekar a bernameyên 8’ê Adarê peyama komîteya amadekar a ji bo 8’ê adarê bi sê zimanan hat xwendin. Kurdî ji aliyê Endama Kordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo, Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebid El- Ahd bi zimanê  Erebî û Endama Yekîtiya jinên Suriyan Miryam Ishaq  bi zimanê e Suryanî, hat xwendin. 
 
Peyama ku li tevahî qadên pîrozbahiyê bi sê zimana  hate xwendin wiha ye
 
"Her sal 8'ê  Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ji aliyê tevahî jinên cîhanê ve tê pîrozkirin. Ji bo bîranîna jinên berxwedêr ên ku destpêkê pêşengtî di refên pirotesto, girevan û konferansan kirine, gelek ji  wan xwe kirine qûrban ji bo pêşxistina derfetê kar ên ji bo jinê. Bi saya têkoşîna jinê li qada navneteweyî 8'ê Adarê weke Cejna Jinan ya Cîhanê, hat pîrozkirin.
 
Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû destkeftiyên ku jinê bi dest xistiye, tevlîbûna wê di hemû qadên jiyanê de weke siyaset , aborî, civakî , leşkerî ku jin bûn destanên dîrokî û mûhra xwe lê xistine û bi fedekariya jinên YPJ ku mîrasa nifşên nû ne, em serbilind in. 
 
Di heman demê de sekna mêr li kêleka  jinê erkekî pîroz e, mêr jî bûye qurbanê sîstema kapîtalîzmê. 
 
Di vê roja dîrokî û watedar de em dengê xwe tevlî dengên gelên cîhanê dikin û mafê tevahî jinan diparêzin. Di 8'ê Adarê de me soza xwe ji bo tevahî jinan nû kiriye, ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêran de, em xebatek pîroz didin meşandin. Ji bo şopandina doza şehîdên rûmetê mîna şehîd Hevrîn, Yadê Eqîde, Zîlan Ereb, Zîn Kobanê û şehîdên enternasyonal, em têkoşîna xwe xurt bikin.
 
Gerek em di wê zanebûnê de bin ku pêşxistina jinan wê çareseriyeke mezin di sedsala 21'an de bîne, îradeya jinê wê bibe çareseriya bingehîn ji pirsgirêkên cîhanê re. Sedsala 21' an gerek guhertin û veguhertinê ji jinan re bîne. Heta hişmendiya ku dibêje her tişt ji jinê re şerm e, bê şikandin."
 
Çalakiyên pîrozbahiyê didomin.