Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin

  • 13:14 8 Adar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Malbatan bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwestin li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi jinên girtî re hevdîtin bikin. Lê bi hinceta “personel kêm in" destûr nedan hevdîtinê.
 
Malbatan li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Navçeya Aliaga ya Îzmirê bi minasebeta 8'ê Adarê xwestin bi jinên girtî re hevdîtina vekirî bikin. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta "Personel kêm in" destûr neda ku hevdîtin bêkirin.
 
Li gel ku giştînameya destûrê ya bi îmzeya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, ji girtîgehan re hatiye dayîn jî rêveberiya girtîgehê bi hinceta “personel tune" destûra hevdîtinê neda malbatan. 
 
Selman Çîçek ê ku xwest li girtîgehê xwişka xwe Mizgîn Çîçek ziyaret bike û hat pêş Girtîgeha Şakranê, diyar kir ku rayedaran destûr neda hevdîtinê. Selman anî ziman ku nêzî 30 malbat li ber girtîgehê kom bûn, lê raedaran destûr nedan malbatan ku hevdîtinê bikin. Selman wiha got: "Em ji bo hevdîtinê hatin pêş Girtîgeha Şakranê. Lê rayedarên girtîgehê destûr nedan me."