Li Êlihê jinan qada bi rengê azdiyê xemiland

  • 13:04 8 Adar 2020
  • Rojane
ÊLIH - Mîtînaga 8'ê Adarê ku li Êlihê li taxa Kulturê hat destpêkriin berdewam dike û li qadê dirûşma "Jin Jin Jiyan Azadî" olan dide. 
 
Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve diçin" li Êlihê hat destpêkirin bi coş û kelecana jinan berdewam dike. Jinan qad bi rengê azadiyê yê mor xemilandin. 
 
Jinên tevli mîtîngê bûn dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana Jinan" berz dikin. Li qada mîtîngê pankarta bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve dimeşin" û jinan dowîzên bi dirûşmên "Navê min Taybet e",  "Azadî nayê tecrîdkirin", "Bijî yekitiya jinan " û "Ji tecawizê re na" hilgirtin. Li qadê polîsan  strana 'Ax Kurdistan' bi hinceta "qedexe ye" nehiştin ku bê gotin.  
 
Mîtîng wê bi axafitnên Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr berdewm bike û wê Ruken Yilmaz jî bi stranê xwe ku pêşkêş bike coşa jinan zêde bike.
 
Herîkîna jinan a 8'ê Adarê berdewam dike.