Jin diherikin qada mîtîngê ya Îstasyonê

  • 12:49 8 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn" dest pê kir û jinan bi cilên xwe yên rengîn tevlî mîtîngê bûn. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng tê lidarxistin. Qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di qada mîtîngê de pankartên wekî “Em yekitiya netewî dê bi pêşengtiya jinê birêxistin bikin", "Kuştin, taciz û tecawiz polîtîk in", "Têkoşîn bi te destpêdike û berxwedanê jî bi rêxistin bike", "Em ji bo xweza û azadiya jinê ekolojiyê diparêzin" û “Ji bo heqîqat û edaletê li ber xwe didin" hatin daliqandin. 
 
Ji serê sibêhê ve navçeyên Mêrdinê Dêrik, Nisêbîn, Qoserê ya Mêrdînê û Rihayê jin bi cilên xwe yên kurdî hatin qada mîtîngê. Di mîtîngê de dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî", "Ne îtîat berxwedan", "Bêdeng nebe biqîre" û "Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
Her wiha ji cadeya Gevranê ya Ofîsa Yenîşehîrê jî endamên Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP), endamên Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Aktîvîstên TJA'yê, ESP, endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi pankarta "Gotinek me heye û heza me ya guhertinê heye" vekirin û heta qada mîtîngê meşiyan. Her wiha gelek dowîzên ku hatin amadekirin ji hêla polîsan ve bi hinceta ranegihandine emniyetê hatin komkirin. Jinan bi dirûşm û tilîlîyên xwe helwesta polîsan şermezar kirin. 
 
Mîtîng dê bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û berdevka demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan bidome.