Jinên Botanê li qada 8'ê Adarê ne

  • 12:42 8 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Mîtîna 8'ê Adarê ku di pêşengiya TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê de wê bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin" li Sîlopiyê bihata lidarxistin dest pê kir. Jinên Botanê bi govend, lîlandin û bi kincên kurdî tevli mîtîngê bûn. 
 
Mîtîna 8'ê Adarê li Sîlopiyê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Sîlopiya Şirnaxê bi coşeke mezin bi lîlandin û dirûşm û govenda jinan dest pê kirin. Jinên botanê bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli mîtîngê bûn. 
 
Di mîtîngê de li gel jinên Sîlopiyê rêxistinên jinan ên HDP'ê yên navçe û naveda Şirnexê, Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven, parlamentera DHP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê  û Aktîvîstên TJA'yê cih girtin. 
 
Her kesê ku ket navçeyê nasnameya wayan hat lêpirsînkirin
 
Li qada ku pankarta bi dirûşma "Tecawiz û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nayê efûkirin", "Jin ne bar e ked e û pêşenga jiyanê ye" hat daliqandin. Hemû jinên ku ketin qadê di bi lêgrîna polîsan re rûbirû man. 
 
Qada Mîtîngê di demeke kurt de hat dagirtin
 
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên reng bi reng ketin qada dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Qada mîtîngê berî mîtîng dest pê bike hat dagirtin. Li bendê ye ku di saetên pêş de Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û aktîvîsta TJA'yê Zeynep Urun li mîtîngê biaxivin. 
 
Piştî axaftinan wê mîtîng bi stranên Nurcan Deyîrmencî û Zeynep Orak berdewam bike.