Jina Girtî ya Girtîgeha Sîncanê Dîlan: Ew ê bayê azadiyê ber bi me ve bibeze

  • 12:23 8 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Jina bi navê Dîlan Oynaş a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê girtî ye bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê name şand. Dîlanê di nameyê ku şand de wiha got:"Heta ku em li dijî kesên jiyana me bi sînor dikin bisekinin ew ê bayê azadiyê ber bi me ve bibeze."
 
Nûçegîhana Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Dîlan Oynaş bi boneya 8'ê Adarê Adarê ji  Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ji ajansa me re name şand. 
 
Dîlanê di nameya xwe de wiha got:
 
"Ez we bi rihê hatina biharê hembêz û maç dikim. Ez coş û moralê 8'ê Adarê silav dikim. Meşa azadiyê ya jina têkoşer her ku diçe mezin dibe. Her çiqas em di nava pêvajoyek dijwar de derbas dibin jî ew ê serfirazî li aliyê ronahiyê cihê xwe bigire. Jin xwedî hêzeke mezin e û tu carî ew ê teslîmî zihniyeta mêrê konek nebin. Rêhevalên jin ên wekî Rosa û Sarayan ên wekî fikrên xwe xweşik in di dilên bi milyonan cihê xwe girtine. Ew sembola hebûnê ne. 
 
Em qêrîna hemû jinên terkî mirinê hatine kirin li asîmanê şîn bidin bihîstin. Em serîhildana 8'ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin. Heta ku em li dijî kesên jiyana me bi sînor dikin bisekinin ew ê bayê azadiyê ber bi me ve bibeze. Gotinek bi nirx heye. Dibêje 'Dikarin hemû kulîlkan biqurmiçînin lê nikarin pêşiya hatine biharê bigirin'."