Komîsyona jinan a KNK'ê banga bilindkirina têkoşînê kir

  • 12:02 8 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 8'ê Adarê Komîsyona Jinan a KNK'ê daxuyaniyek weşand û got: "8'ê Adara 2020'an li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û ji bo mayîndekirina destkeftiyên bi berdelên giranbuha hatine destxistin banga mezinkirina têkoşînê dikin."
 
Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi hezaran sal in jin li hemberî hişmendiya baviksalarî berxwedan û tekoşîna xwe didomîne. 
 
Daxuyaniya Komîsyona Jinan a KNK'ê wiha ye: "Jin herî zêde di serdema kapîtalîzm û sîstema netewdewletê de ji nirx û azadiya xwe hatin dûrxistin. Desthilatdaran her tim bi kolekirina jinê tevahiya civak ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe weke amûrekê bi kar anî û destnîşan kir, heta jin azad nebe civak jî azad nabe.
 
Îro bi taybetî Kurdistan û Rojhilata Navîn li her deverê cîhanê şerekî bê pergal û derveyî sinc û nirxên mirovahiyê tê meşandin. Di vî şerî de carek din ên ku herî zêde êş û azar dikişînin jin û zarok in. Di her serdemê de yên ku herî zêde li hember êrîşên desthilatdaran re rû bi rû dimîne jî jina azad û destketiyên wê ne. 
 
Tevgera azadî di despêka tekoşîna xwe heya îro girîngiyeke pir mezin da azadiya jinê. Di bin banê tevgera azadî de li erdnîgariya Kurdistanê de li hemberî hişmendiyekî kevneperest û baviksalarî berxwedanek bêhempa ji aliyê jinên azad ve hate dayîn. Bi têkoşîna hezaran jinên weke Sakine, Rojbîn, Ronahî, Zîlan û Arînan tekoşîna jina azad îro gihaştiye merheleyek pir bilind. Em bi bawer û hêvî ne ku ew têkoşîna wan pakrewanan bi bîrdoziya Neteweya demokratîk dayî meşandin wê bi xwe re yekrêzî û yekitiya gelan bide avakirin û aramî û wekhevî yê pekan bike. Şoreşa Rojava jî li ser vî esasî pêk hat. Şoreşa Rojava heman demê de wekî Şoreşa Jin li tevahî cîhanê hate nasîn û hembêzkirin. 
 
Bi fedakarî û berxwedana hemû jinên pêkhateyên Rojava têkoşîna azadiya jinê îro roj gihaştiye astekî bilind. Em wekî KNK 8'ê Adara 2020'an li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û ji bo mayîndekirina destketiyên bi berdelên giranbuha hatine destxistin banga bilindkirina têkoşînê dikin."