Li Mexmûrê ji bo 8'ê Adarê qurnefîl hatin belavkirin
- 11:39 8 Adar 2020
- Rojane
MEXMÛR - Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê jin çûn serdana malbatên berxwedêr û qurnefîl dan dayikên berxwedêran.
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakî tên li dar xistin. Îro jinan qurnefîl belav kirin û dê piştî nîvroj jî meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn.
Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê îro jinan qurnefîl belavkirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Her wiha jinan çûn serdana malbatên berxwedêr jî û qurnefîl dan dayikên berxwedêran.