KCD: Jinan tu carî li hemberî zîhniyeta serdest serî netewand

  • 11:13 8 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta 8'ê Adarê KCD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Jinan tu carî li hemberî zîhniyeta serdest serî netewand û bi rêxistbûna xwe û têkoşîn û berxwedana xwe li qadan mezin kir."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku roj bi roj jin li her derê cîhanê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî îktîdara mêr û zîhniyeta serdest derdikevin. 
 
Daxuyaniya hatî dayîn wiha ye: "Jin tu carî li hemberî zîhniyeta serdest, zilm, zext, bişaftin û qirkirinê tu carî serî netewand. Bi rêxistin, têkoşîn û berxwedana xwe serî rakir. Tifaqak faşîst a AKP-MHP'ê bi KHK û OHAL'ê welat bi rêvedibin û hiqûqa heyî jî tê binpêkirin. Her wiha tecrîda giran a li hemberê birêz Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li hemberî Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê ji. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neşikê dê tecrîda li hemberî civakê jî naşike. 
 
Têkoşîna ku bi pêşengiya Clara, Sara, Seve, Arin Mirkan û Avesta Habur pêk hatî her ku diçe mezintir dibe. Her wiha em jî dê xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk li dijî zilm, zext, bişaftin û polîtîkayên şer bi rêxistinî têkoşîna xwe bidomînin. Em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin."