Beriya Meşa Şevê derdora Taksîmê hat dorpêçkirin

  • 10:57 8 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Bi minasebeta 8'ê Adarê li Taksîmê Meşa Şevê ya Femînîstan bê li darxistin. Lê Taksîm bi bariyeran hat dorpêçkirin. 
 
18'emîn Meşa Şevê ya Femînîstan îşev di saet 19.00'an de bê lidarxistin. Jin dê li Navenda Çandê ya Fransiz a li Beyoglûyê bicivîn û daxwazên xwe bînin ziman. Beriya çalakiyê Qada Taksîmê û derdora wê bi bariyerên hesin hat dorpêçkirin. Şaxa Kontrolkirina Trafîqê ya Stenbolê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de li navçeya Beyoglûyê rê dê di saet 15.00'an heta bi dawîbûna çalakiyan tedbîr hatin girtin.