Ebir Xelo: Ez bi jinên şoreşger re pêş ketim

  • 10:56 8 Adar 2020
  • Rojane
REQA - Jina ji Rqayê ya bi navê Ebir Xelo ku niha di saziyên xweseriya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de dixebite, bal kişand ser rewşa jinên Sûriyeyê ya beriya şoreşê û piştî şoreşê û wiha got: "Ez bi jinên ku şoreş pêk anîn re bi pêş ketim."
 
Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re jin bê navber çalakiyan li dar dixin. Jin bi çalakiyên ku li dar dixin dixwazin ked û têkoşîna jinan li her devera cîhanê bê dîtin û rêya berxwedanê ji jinan re vekin. Li Rojhilata navîn ku zext û zordestiya li hemberî jinan bi dawî nabe, li Sûriyeyê jinan bedelên giran dan. Di şerê ku li sûriyeyê hat meşandin de herî zêde bedelên giran jinan dan. Lê li gel vê jî di pêşengiya jinên rojavayê Kurdistanê de bi şoreşa ku pêk hat re îro jin li hemû sazî û dezgehan cih digirin, biryarên xwe bi xwe didin û têkoşîna xwe didomînin.  
 
Ji Jinên Sûriyeyê ku bi şoreşa Rojava Re bûn xedî gotin û di jiyana wan de gelek tişt guherîn, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Ebir Xelo jiyana xwe ya beriya şoreşê, piştî şoreşê û têkoşîna xwe ji me re vegot.
 
Beriya şerê Sûriyeyê
 
Ebîr Xelo , jineke ji Reqayê ye , li ser rewşa Sûriyê berî şer û wiha got: "Berî Şoreşa Rojava civaka ku mêr û desthilatdariyê desteser kiribû hebû ku tenê êş dida jinan. Jinên ku di saziyên dewletê de kar dikirin xwedan rolek diyarkirî bûn û tenê hin mafên wan hebûn. Rejîma Baas ji pirsgirêkên jinan re girtî bû, ji bo ku vîna wan bişikîne rolên taybet dida wan."
 
Çeteyên DAIŞ'ê bajarên mezin a xistin destê xwe
 
Ebîr  di êrîşên çeteyan de hedefgirtina jinan wiha anî ziman: “Piştî ku rêxistinên çete ên mîna Cebhat El-Nusra, Artêşa Azad û DAIŞ deverên mezin ên Sûriyê xistin destê xwe jin ji dema rejîmê hîn zêdetir ket bi zextên mezin û êrîşên dijwar li wan hatin kirin. Tenê bûn amûrek ku zarokan bînin, bibin dayik an tenê bermalî bin. Ev komên çeteyan ji pêşketina jinan ditirsiyan. Ji ber ku ji bo xwe wekî xeterî didîtin.  Ji ber vê yekê jî zordarî li jinan dikirin. Di 24 ê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê kontrola tevahiya bajarê Reqayê kirin destên xwe û jin di di bazara koleyan de firotin û bi her awayî mafê wan hatin binpêkirin. 17’ê cotmeha 2017’an dema ku hêzên QSD’ê bajar rêzgar kirin ew êşên sê salan welatiyên herêmê ji destê çeteyan kêşayî bi dawî bûn." 
 
Jin beriya şoreşê
 
Ebîr bi bîranîna xwe vedigere ser rewşa jinên Sûrê  berî şoreşê û wiha didomîne: "Li Sûriyê berî şoreşê jin ne xwedî maf bûn. Li gorî adet û kevneşopiyên mêr ên kevnar, civak di pêşiya her jina ciwna ku hewl dida beşdarî jiyana civakî, siyasî her wiha dixwest di warê çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî pêş bikeve de bû. Mêrên ku hewl didan civakê bi hovîtî bi rêve bibin hemû movikên jiyanê diparastin bi riya zilmê têk dibirin.  “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî ji aliyê rejîmê ve bi mebest hat piştguhkirin. Destûra ku perwerde mecbûr dike, nemaze di qonaxên seretayî de, nehat pêkanîn nemaze di nava civakên eşîrî yên bi serdestiya mêr dihatin rêvebirin. Li wê derê hewcedariya jinê bi parastinek taybet heye. Li gorî çavkaniyên herêmî, rêjeya nexwenda bûnê li Reqqayê  ji sedî 36 zêdetir bû ku du caran bi qasî rêjeya tevahî Sûriye ya ji sedî 19 ye."
 
Jinê xwe birêxistin kir
 
 Ebîr bal kişand ser Şoreşa Rojava û destnîşan kir ku şoreş di dilê jinê de ye û wiha pê de çu: "Jin di serî de yekîneyên parastina jinan damezrandin, avahiya bingehîn a berxwedana jinê çêkirin. Ji ber ku şoreş li her deverê yeke û ji bo hemû Sûriyeyê ye ev yekîne beşdarî QSD’ê bûne, ew ji pêkhateyên cihêreng ên herêmê ji bo parastina gelê xwe hatine cem hev û şer dikin."
 
Jinan di hemû saziyan de cih girtin
 
Ebîr rola jinê di saziyên civaki de jî wiha pênase kir: “Di saziyên sivîl de yên ku hatin avakiri jinan bi hêz cîh girtin û pergala hevserokatiyê pêk anîn ku li pêşiya her hewlek mêr ji bo dûrxistina jinê bisekinin. Her wiha xurtkirina jinan di xebatê de weke bingeha avakirina civakek azad û tendurist dibînin. Navendên taybet hatin damezrandin ku bi pirsgirêkên jinan ve mijûl bibin da ku şoreş bi dirûşma şoreşa jinê bigihêje encamê.”
 
Kar û xebatên rêveberiya xweser
 
Ebîr di rêveberiya xweser de girîngiya hebûn û keda jinê jî wiha rave kir: “Rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha rêgeza netewa demokratîk xebitî ku ew nêrîna rejîmê û civaka ku bi hişmendiya mêrê serdest bi çavek biçuk li jinê dinêre bê rakirin. Di peymana civakî de tekoşîna jinê û rola wê ya bingehîn a parastina gelê xwe hatiye erêkirin. Ji ber vê yekê ew bi mêran re bûn wekhev û dezgehên xwedî taybetmendiyên cûda giringî dan mijarên jinan û xebata ji bo perwerdekirin, parastin û hêzdarkirina jinan ku careke din sepandinên rejîman û pergalên baviksalar li ser xwe ne pejirînin.”
 
Ebîr Xelo di Rêveberiya Xweser de giringiya perwerda jinan jî wiha anî ziman: "Encûmena Sûriya Demokratîk a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne dibistan û kursên perwerdeyê vekirine û jin pêş xistine."
 
Jinên Reqayê li azadiya xwe xwedî derdikevin
 
Ebîr tekez dike ku jin kêfxweş in bi van destkeftiyan û bi azadiya ku berê negihaştinê re dijîn û wiha domand: "Dema ku em ji jinan dipirsin li ser rewşa xwe dibêjin ew nema dixwazin ku bi karê malê re sînordar bimînin. Weke berê êdî ew tundutujî, bê karî û bê berpisiyariyê ji bo xwe napejirînin. Wan azadiya ku berê nedîtine baş diparêzin û lê xwedî derdikevin. Ev hemû şiyarbûnên bi rêya perwerdê hatine çêkirin. Bi tayîbetî jî jinên şerger û di şer de serkeftî mêran matmayî dihêlin. Jinên li hemberî çeteyên ku metirsiya hemû cîahnê ne li ber xwe didin û bi cesaret şer dikin bandorek gelek mezin li ser civakê dihêlin.”
 
Jinan sinor şikandin
 
Ebîr ya ku bi xwe jî di vê civakê de êş kişandiye got ku ew yek ji wan jinên ku hemû astengiyên li hember xwe derbas kirine ye, piştî operasyona rizgarkirina Reqqyê di sazî û dezgehên sivîl û leşkerî de xebitiye û wiha domand:  "Berê mafê min hatibû binpêkirin, westiyayî bûm. Lê dema min perwerdeya xweser dît ku bawernameya min hîna jî bi dîwêr de daliqnadiye ez bi ser xwe ve ahtim.  Îro ez dixebitim û alîkariya jinan dikim ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin.  Hêza herî mezin ji vê xebatê digirim û qet westiyayî xwiya nakim.  Ji ber bi dil kar dikim. "