'Wekî ku hezar çîrok di xelekên porê Îvana de veşartîbûn'

  • 09:54 8 Adar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Bi hezaran jinên cîhanê ku dilê wan ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango ji Şoreşa Jinê re lê dida tevlî bûn û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Yek ji wan jî Ş.Îvana Hoffman e ku mohra xwe li binê serkeftina şoreşê da.
 
Şervana Enternasyonal Îvana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn) di 1'ê Îlona 1995'an de, li Efrîqayê çavê xwe li cîhanê vedike û li bajarê Diwîsborc a Elmaniyayê bi malbata xwe re dijî û li wir mezin dibe. Îvana li Elmaniyayê  piştgirî dida Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û dilê wê her kêlî ji şoreşê re lê dida. Îvanayê pêşengtiya meş û çalakiyên ku li Elmaniyayê dihat lidarxistin, dikir.
 
Îvana sala 2012'an ji bo şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê dikeve rê û tê Rojava. Îvana cihê xwe di gelek çeperên şer de ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê de digire, herî dawî berê xwe dide Til Temir ku çeteyên DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de êrîş kir û di 7'ê Adara 2015'an de li gundê Til Nesrî piştî berxwedaneke mezin li hember dijminên mirovahiyê, gihişt asta şehadetê.
 
Rêhevala Ş.Avaşîn Alaz Dîren rêhevaltî û taybetmendiya Ş.Avaşîn  bi me re parve kir.
 
'Wekî ku hezar çîrok di xelekên porê Îvana de veşartîbûn' 
 
Alazê kêliya naskirina Ş.Îvana wiha vegot: "Min Ş.Îvana di destpêka 2011'an de li Elmanyayê nas kir. Porê wê yê xelek pir bala min kişand wekî ku hezar çîrok di her xelekek porê wê de veşartiye. Her digot: Dayika min ji Kurdistanê û bavê min jî ji Efrîqayê ye. Pir zêde ji Kurdistanê hez dikir. Wekî jineke ku bi destê sîstemên kapîtalîst û pergalên ku bi destê mêr tê birêvebirin, hewildanê xwe yê rizgarkirina pir li pêş bû. Her kêliya jiyana xwe veguherand şerê rizgariya ji hişmendiya ku hebûn û nasnameya wê tune dikir."
 
'Îvana di mijara azadiya jin û civakê de pir kûr difikirî'
 
Alazê wiha dom kir: "Îvana di mijara azadiya jin û civakê de pir kûr difikirî û bi pirs û nirxandinên xwe bandoreke gelekî mezin li min kir. Bi qasî ku Îvana kûr difikirî em nedifikirîn. Pirsa Îvana di jiyanê de ev bû: çawa em bikaribin nasnameya xwe wekî jin bidin jiyîn û jinan li derdora xwe kom bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Têkoşîna azadiyê tenê ji bo xwe nedidît xwest ku bike mala hemî jinan."
 
'Kenê wê tenê têrî nasîna berxwedan û têkoşîna wê dikir' 
 
Alazê wiha pê de çû: "Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bandor gelekî li kesayeta me kir, me her di perwerdeya xwe de ew dinirxand. Îvanayê wê demê got 'pêwîst e niha mirov di warê têkoşîn û berxwedana rûmetê de her dem li ser piya be'. Kenê wê tenê têrî nasîna berxwedan û têkoşîna wê dikir."
 
'Avaşîn di çekê B.K.S de pispor bû '
 
Alazê wiha dewam kir: "Îvana di 2012'an de tevlî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Îvana herî zêde çekê B.K.S bi kar dianî. Di aliyê paqijî û fîşekên wê de gelekî baldar bû. Ya herî zêde bala min dikişand ew  bû ku di çekê B.K.S de pispor bû. Her digot ku ez xwe ji şer re amade dikim."
 
'Ş.Îvana sekna jina azad û şoreşger di jiyanê de îfade dikir' 
 
Alazê wiha berdewam kir: "Sekna Ş.Îvana sekna jineke azad û şoreşger îfade dikir. Ş.Îvana tevî rêhevalê xwe Têkoşer berê xwe dan Til Temirê û di şerê li dijî çeteyên DAIŞ de ber xwe dan û di encamê de di 7'ê Adara 2015'an jî her du heval şehîd dibin. Berxwedana her du hevalan em wekî destanekê dinirxînin."
 
'Di nava pergala kapîtalîst û emperyalîst de hêviya Şoreşa Rojava' 
 
Alazê bal kişand ser pergal û sîstemên ku badnor li civakan kiriye û wiha dom kir: "Em di pergaleke kapîtalîst û emperyalîst de dijîn ku berjewendiyên xwe li tevahî gerdûnê belav dike, şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sedsala 21'an de, wekî hêviya tevahî gelan xwe dide der. Berxwedana Şoreşa Rojava hêviya tevahî jin û gelê bindest yê cîhanê ye. Ş.Têkoşer ji Serhedê û Îvana jî dayika wê Almanî û bavê wê jî Efrîqî ye, her du heval bi şehadeta xwe ev peyman ji cîhanê re ragihandin ku Şoreşa Rojava şoreşeke enternasyonalîst e."
 
'Şoreşa gelê Rojava têk naçe, li tevahî cîhanê belav dibe'
 
Alazê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wiha bi bîr xist û got:"Armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Navçeya Til Temir û gundewarên wê vê dide xuyakirin ku dixwazin şoreşa guhertin û veguhertinê têk bibin, lê ew şoreş di hundir de nema ye êdî li tevahî cîhanê belav dibe. Hêz û îradeya me wekî jin hişt ku êrîşên dagirkeriyê têk biçin."
 
'Em ê şehîdên şoreşê tu carî ji bîr nekin'
 
Alazê da zanîn ku berxwedana Til Temirê rûmeta hemî gelê bindest diparêze û wiha dawî li gotina xwe anî: "Til Temir îro ne tenê Til Temir e, Til Temir rûmeta hemî gelê bindest û jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin îro diparêze. Em ê di her çalakiyên li hember Tirkiyeyê û hevkarên wê dikin navê Ş.Îvana û Têkoşer biqêrin. Em ê şehîdên şoreşê tu carî ji bîr nekin."