Jinê Zirganê: Bi têkoşîna 8'ê Adarê em ê êrîşên dagirkeriyê têk bibin

  • 09:07 8 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Zirganê yên ku ji ber êrîşan mecbûr mana cihên xwe terk bikin û li bajarê Hesekê perwerdeya xwe dibînin gotin: "Heya ku jinek ji me hebe em ê li ber xwe bidin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin."
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk, welatiyên navçeya Zirganê koçberî bajarê Hesekê bûn.  Ji ber êrîşan gelek zehmetî tên dîtin. Lê tevî hemû êrîşan jî  îradeya gelan neşikest û bi kêmderfetiyan perwerdeya xwe didomînin.  Yek ji xebatên li gel hemû zehmetiyan didome jî xebata mamosteyan e. Ji ber mamoste peywira xwe ya pêşengiya civakê dizanin ji lewra bi wê baldariyê tev digerin û zordariyê nas nakin. Bi destpêkirina êrîşan re ew jî ketin nav xebatêke berfireh da ku karê xwe berfirehtir bikin. Niha rêveberên jin hejmarek mezin ji mamosteyan perwerde dikin. Derbarê hovîtiya dewleta tirk û amadekariya jinê ji roja 8'ê Adarê re mamoste û rêveberên Zirganê nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Tu kes nikare îradeya jinê bişkîne'
 
Endama rêveberiya dibistana Zirganê Şêrîn Ebdo diyar kir ku piştî êrîşên dewleta tirk perwerdeya mamosteyên xwe bi hejmareke mezin berdewam dikin û wiha pê de çû: "Piştî êrîşên dewleta tirk û koçberkirina sivîlan em jî ketin nava amadekariyên perwerdeyek di nava şer de. Em tevî zehmetiyan perwerdeya xwe bidomînin. Ji bo ku armanca dagirkeran pêk neyê û karê Rêveberiya Xweser di mejiyê jinê de bê rûniştandin em dizanin peywira herî mezin dikeve ser milê me mamostayan. Ji bo wê jî em mamosteyên xwe li bajarê Hesekê perwerde dikin û kêliyekê dema xwe vala nahêlin. Hejmara me li herêma Hesekê giştî bi qasî 522 jinan e, ji pêkhateyên ereb û kurd em bi hev re kar û xebatên xwe dimeşînin. Tu kes nikare îradeya jinan bişkîne. Em ê hîn zêdetir li ber xwe bidin û vîna xwe nîşan bidin." 
 
'85 jin perwerdeya Jînelojî dibînin'
 
Şêrînê weke rêveberiya perwerdeyê amadekariyên xwe yên di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de jî wiha anî ziman: "Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê em weke rêveberiya dibistanê me amadekariya şahiyekê ji xwendekarên navîn û amadekariyê re kir. Em ê tevlî hemleya paqijiya kolanan jî bibin. Niha em weke mamosteyên Zirganê 85 jin perwerdeya Jînelojî dibin. Em ê hewildanên xwe bikin da ku hemû jin bi ser kevin. Banga min ji hemû jina re heye ku neheqiyê li ser xwe qebûl nekin û têkevin nava xebatên Rêveberiya Xweser."
 
'Bi saya fikrê Rêber Apo jinê zincîra koletiyê şikand'
 
Endama Meclîsa Zirganê Semîra Alî Hisên wiha got: "Piştî êrîşan gelek gund ketin destê dagirkeran, tevî wilo jî em karê xwe berdewam dikin. Em ji ser axa xwe venagerin, tu kes nikare çavên me bitrsîne. Weke em dizanin ji sala 1857'an de roja 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ye ku çawa jinê xwe kir destek û doza mafê xwe kir li ber çavan e. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinê zincîra koletiyê şikand û di her qadê de cihê xwe digire."
 
'Em ê her dem li qada bin'
 
Semîra da zanîn ku dengê jina Rojava giyaye hemû cîhanê û wiha axaftina xwe domand: "Em weke jinên Rojava em ê her dem li qada bin û şahiya xwe li dar bixînin. Hinek jin hene hîn îradeya xwe dernexistine pêş, hêviya min ji wan re ew e ku xwe ji bin wê koletiyê derxînin, azad bibin û bibin yek." 
 
'Heya jinek hebe dijmin nikare me têk bibe'
 
Mamosteya bajarê Zirganê Zozan Cewher jî teqez kir ku tu kes nikare wan dûrî mafê perwerdeyê bixe û wiha dawî lê anî: "Bila dijmin zanibe heya ku jinek di nav civakê de hebe tu kes nikare mafê me binpê bike. Em ê li ber xwe bidin û çi ji me bê xwestin em ê bikin."