Jin 8’ê Adarê bi çalakiyan pêşwazî dikin

  • 09:05 8 Adar 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ku her sal dibe mijara bername û hevdîtinên mezin ên li her çar alî cîhanê, bi çalakiya Las Tesîs ya bû yek dengê li dijî kuştinên jinan, pêşwazî dikin.
 
Mafên jinan li her çar alî cîhanê bi bernameyên mezin tên rojevê.  Belê, gelo Roja Jinên Cîhanê çawa derket holê? Gelo ev pîrozbahiyeke an jî protesto ye? Roja Jinên Cîhanê 100 sal zêde ye heye. Her sal rojev cuda ye.  Jinên cîhanê, îsal jî bi têkoşîna li dijî kuştinên jinan  8’ê Adarê pêşwazî dike.
 
Kengî dest pê kir?
 
Roja Jinên Cîhanê xwe dispêre tevgera mafê karkeran û  8’ê Adarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek ‘Roja Jinên Cîhanê’ tê qebûlkirin. Tovên 8’ê Adara ku îro çalakiyên wê li hemû cîhanê deng didin, di sala 1908’an de  li New Yorkê, bi daxwaza 15 hezar karkerên jin, yên weke dema mesayiyan, mûçeyê zêde û mafê hilbijartinê hatibû avêtin.  Jinan wan salan li dijî 16 saet şert û mercên xebata giran serî hildan û îmze avêtibûn greveke mezin. Çalakiya ku serkêşiya wê jinan kiribû, polîsan dorpêç kiribûn û hemû karker bi zorê xistibûn fabrîkayê. Destpêkê komkujiya mezin jî wiha hatibû destpêkirin. Polîsên li derve  fabrîka dorpêç kiribû, bi barîkatan dora wê girtin û  şewata ku nayê zanîn çawa di carekê de derketiye, li hemû fabrîkayê belav bu. 129 karkerên jin ji ber nikaribûn barîkatên polîsan derbas bikin şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.  Piştre bi dehzaran karkerî hevalên xwe bi hêrseke mezin defin kirin. Salek şûnde Partiya Sosyalîst a Amerîkayê 8’ê Adarê ‘Roja Jinên Navneteweyî’ îlan kir. Ev fikr jî ya Clara Zetkîn bû. Di 1910’an de  di Konferansa Jinên Kedkar a Navneteweyî ya li Kopenhagê pêk hat de  fikra xwe ya Roja Jinên Cîhanê pêşniyar kir.  Ji 17 welatên cuda nêzî 100 jin tevlî konferansê bûn û nêrîna Clara Zetkîn bi yek dengî erê kir.
 
Çima 8’ê Adarê?
 
 Clara Zetkîn ya ku fikra Roja Jinên Cîhanê pêşkêş kir, di hişê wê de dîrokek diyarkirî tune bû.  Di şerê yekemîn yê cîhanê de, di 1917’an de jinên kedkar yên Rûs bi dirûşmeya ‘em nan û aştiyê dixwazin’ derketin kolanan.  Di roja çaran a çalakiyê de Çarê Rûs ji text hat daxistin.  Hikûmeta demborî ya hat avakirin jî mafê hilbijartinê da jinan.  Li gorî salnama Julyen dîroka destpêkirina çalakiya jinan 23’ê sibatê bû.  Lê di salma Mîladî de ev rastî 8’ê Adarê dihat.
 
Roja Jinên Cîhanê di 107’emîn salvegerê de ye
 
Piştî sala 1911’an şûnde li welatên rojava û li hemû cîhanê rojên 8’ê Adarê hat bibîranîn.  Ji bo bi awayekÎ fermî jî bê bibîranîn divê bi dehan sal derbas bibûna. Di 1975’an de Neteweyên Yekbûyî Roja Jinên Cîhanê qebûl kir. 100’emîn salvegera Roja Jinên Cîhanê bi organîzasyonên mezin hat pîrozkirin.  Îro jî 107’emîn salvegera Roja Jinên Cîhanê ye.
 
Di Roja Jinên Cîhanê de, jin di civakê de di siyaset û jiyana kar de serkeftinên bi dest xistine pîroz dikin, her wiha protestoyên li dijî newekheviya zayendî pêk tînin. Ji bo her salê rojeveke taybet tê hilbijartin û li dora wê tên cem hev. Îsal jî di 8’ê Adarê de jin wê li dijî kuştinên jinan bibin yek deng û bi çalakiyên strana Las Tesîs pêşwazî dikin.
 
Li Tirkiyeyê 8’ê Adarê
 
*8’ê Adarê yekem car li Tirkiyeyê di 1921’ê de hat pîrozkirin. Piştî vê demek dirêj destûr nedan pîrozkirina 8’ê Adarê.
 
*Lê Tirkiye ji bernameya ‘Neteweyên Yekbûyî 10 salên jinan’ bi bandor bû û di 1975’an de kongreya ‘Tirkiye 1975 Sala Jinan’ pêk anî. Bi vî awayî 8’ê Adarê di 1975’an de û salê piştî vê de hat pîrozkirin.
 
*Piştî Darbeya 12’ê îlonê şûnde ji aliyê rêveberiya cuntayê ve, çar salan destûr ji bo pîrozbahiyan nehat dayîn. 
 
*Ji 1984’an şûnde rêxistinên jinan her sal 8’ê Adarê pîroz kir. 
 
*Di 1992’an de bi wesîleya Roja Jinên Cîhanê, li Stenbol û Edeneyê meş pêk hatin û polîsan mutaxaleyê meşê kir. Hinek jinan lêdan 
xwarin, du heb jin birîndar bûn û 8 jin jî hatin binçavkirin.
 
* Di 2003’an de li seranserê welat pîrozbahiyên Roja Jinên Cîhanê pêk hat. Meşa Şevê ya Femînîst ya ku li Taksîmê dest pê kiribû û her sal di 8’ê Adarê de dihat kirin, di salên dawî de li bajarên din jî hatin kirin. 
 
*Di sala 2014’an de Walîtiya Stenbolê, Qada Taksîm û Kolana Îstîklalê ji lîsteya cihên ku meş û mîtîng lê tên kirin derxist. Piştî vê her çiqas di 8’ê Adarê de li Kolana Îstîklalê Meşa Şevê ya Femînîst bê kirin jî di 2019’an de polîsan meşa bi hezaran kes tevlî bibû asteng kirin.  
 
Komê wek her sal dîsa di meşa xwe de israr kir lê polîsan gaz û guleyên plastîk reşandin. Serokomar Recep Tayyîp Edogan, rayedarên hikûmetê û  serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî îdia kirin ku komê ezana hatiye xwendin protesto kirine.  Rêxistinên jinan jî ev îdia derewand.  Di şeva 10’ê Adarê de komekê bi dirûşma ‘destên dirêjê ezanê dibin bila bişkên’ li Taksîmê xwepêşendan pêk anîn lê polîsan mudaxale kir.
 
Di 8’ê Adarê  degeşedan û bûyerên girîng yên cîhanê
 
*Roja Jinên Cîhanê yekem car hat pîrozkirin. (8’ê Adarê 1911)
 
*Şoreşa Sibatê ya ku bû sedem II. Nikolay ji text bê xistin, dest pê kir (8’ê Adarê 1917)
 
Geşdanên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên 8’ê Adarê
 
*Kovara Femînîst ya ku Weşana Derdora Jinan derxist, dest bi weşanê kir (8’ê Adarê 1987)
 
*Li bajarê Lahey a Hollandayê, di Kupaya Aegon ya Navneteweyî ya Patena Buzê ya Artîstîk de, ji jinan Tugba Karademîr bû duyemîn û di vê beşê de yekem madalya bi Tirkiyeyê da qezenckirin. (8’ê Adarê 2008)
 
*Yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinan JINHA bi dirûşma ‘Em dinivîsin. Em bêyî ku bifikirin ku ka mêr dibêjin çi, dinivîsin’ ya Vîrgînîa Woolf dest bi weşanê kir. (8’ê Adarê 2012)
 
*Pêşnûme Qanûna Der barê Pêşîgirtina Şîdeta li Hember Jinan û Parastina Malbatê, di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de bû qanûn. (8’ê Adara 2012)
 
*Jin TV bi armanca ku dengê jinan bi cîhanê bide bihîstin derket rê û di hemû astên wê de jin cih digirin, dest bi weşanê kir. (8’ê Adarê 2018)