‘Li dijî şer têkoşîna bi hev re hewce ye'

  • 18:44 7 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Odeya Tabîban a Amedê ji bo xelata "Aştiyê, dostanî û demokrasiyê" bidin Dayikên Aştiyê û Kadîr Înanir, ligel merasîma xelat dayînê panelek jî hat lidarxistin. Di panelê de polîtîkayên şer hatin nîqaşkirin û banga têkoşîna bi hev re hat kirin.
 
Odeya Tabîban a Amedê ji bo xelata "Aştiyê, dostanî û demokrasiyê" bidin Dayikên Aştiyê û Kadîr Înanir, ligel merasîma xelat dayînê panelek jî hat lidarxistin. Panel li oteleke Deriyê Çiyê pêk hat. Moderatoriya panelê ji hêla Alî Çerkezoglu ve hat kirin.  Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran a MED (MED TUHAD-FED), CHP, Serokê Baroya Amedê ya Cîhan Aydin, Komeleya Pîr Sultan Abdal a Çandê (PSAKD), EMEP, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Komeleya Wêjekaran a Amedê, Komeleya 78'an, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Dr. Zekî Gul û Komisyona Berpirsyariya Jinan a Amedê Derya Yildirim tevlî panelê bûn.
 
Dr. Alî Çerkezoglu di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku bi lez û bez pêdiviya gel bi aştiyê heye û got: "Her wiha ji têkoşîna aştiyê jî tu carî tawîz nadin. Binpêkirin û asimilasyon qet li wan xakan kêm nebûn. Dê li ser vê axê aştî, demokrasî û wekhevî bi ser keve."
 
'Em polîtîkayên şer qebûl nakin'
 
Li ser navê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Rayfe Ozbay axivî û destnîşan kir ku kilîda aştiyê li Îmraliyê û wiha dom kir: "Peyva aştiyê qedexe kirin. Her wiha heq, edalet, hiqûq li Tirkiyeyê nemaye. Di heman demê de berjewendiyên hin mirovan heye ji ber vê yekê nahêlin ku aştî pêk were. Lê belê divê bê zanîn ku em tu carî vê tiştê qebûl nakin û em ê her tim bêjin aştî, wekhevî û demokrasî. Em êdî kuştinan naxwazin lewra pêwîste ku çareserî pêk bê. Her wiha kilîda aştiyê jî li Îmraliyeyê. Li dijî şer û zilmê, kurd divê bibin yek. Her wiha em li dijî biçûkxistina jinê, şîdet û tecawiza li hemberî jinê qebûl nakin. Divê jin ji bo mafên xwe bidest bixin divê rabin ser piyan. Her wiha em ê sibehê li Qada Îstasyonê daxwaza mafên xwe bikin."
 
'Dayik bûn pira aştiyê'
 
Dr.Zekî Gul li ser xalên civaka aştî sekinî û diyar kir ku aştî mafê mirovan a herî esasî ye û axaftina xwe wiha domand: "Dayikên Aştî û Dayikên Şemiyê di destpêka çalakiyên xwe şexsî dest pê kirin lê bi demê re ji bo civakî û siyasî re bûn wekî pira aştiyê. Divê tu hewldanên ku ji bo aştiyê pêk tên neyê piçûk xistin. Her gav û pêngavên biçûk li bo pêkanîna aştiyê girîng e."
 
'Dê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Komîsyona Berpirsyariya Jinan a Amedê Derya Yildirim jî axivî û da zanîn ku li Tirkiye û herêmê polîtîkayên şer û zextê her berdewam e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber vê yekê pirsgirêkên civakî û aborî her ku diçe kûr dibe. Her wiha kesên ku aştiyê dixwazin jî di girtigehan de nin. Ji bo demokrasî û aştiyê dê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Piştî panelê merasîma xelat dayînê dest pê kir û piştî xebat dayînê jî bername bi dawî bû.