Li Êlihê ligel astengiya polîsan dîsa belavok hatin belavkirin

  • 17:50 7 Adar 2020
  • Rojane
ÊLÎH - Jinan li Êlihê ji bo mîtînga 8'ê Adarê xwestin belavok belav bikin lê belê rastî astengiya polîsan hatin. Jin ligel astengiya polîsan bi dirûşm û erbaneyên xwe li kolanan belavokên xwe belavkirin. Her wiha ji ber dirûşmê jî cezaya pere hat birîn. 
 
Xebatên mîtînga 8'ê Adarê ya ku li Êlihê bê lidarxistin didomin. Mîtîng bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin. Îro bi dirûşma "Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşîn" li kolanan xwestin belavokên mîtîngê belav bikin, lê çalakiya jinan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, hevşaredara Êlihê Songûl Korkmaz, hevseroka HDP'ê ya bajêr Fatma Ablay, aktivîstên TJA'yê û gelek kom bûn û xwestin belavokên 8'ê Adarê belavbikin. Lê polîsan bi hinceta walîtî çalakiyên li bajêr qedexe kiriye nehiştin belavok bên belavkirin. 
 
Piştî gengeşiyê jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" belavokên xwe yên mîtîngê belavkirin. Heta li ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiyan. Her wiha ji ber dirûşma "Jin jiyan azadî" polîsan 400 TL ceza li jinan birî. Jinan jî li dijî cezayê bêtir dirûşm berz kirin û govend girêdan. Piştre dawî li çalakiya xwe anîn.