Qada 8’ê Adarê hat xemilandin

  • 17:29 7 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Li navçeya Tirbespiyê qada  8’ê Adarê hat xemlandin û amadekirin.  
 
Sibehê 8'Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ew ê li Tirbespiyê ya Qamişloyê were pîrozkirin. Qada pîrozbahiya 8’ê Adarê Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê hat xemilandin û amadekirin. Qada pîrozbahiyê bi alên Kongreya Star wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên jin , hat xemilandin. 
 
Endama Komîteya Amedekar Minewer Xalid li ser amadekariyan wiha got: “Ev nêzî mehekê ye  amedekarî ji bo pêşwazîkirina vê rojê tên kirin. Em bi vîn û coşeke mezin dîsa 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Banga me ji bo tevahî jinan heye ku sibehê berê xwe bidin qadên pîrozbahiyê û xwedî li nirx û hebûna xwe derkevin.”