Rêveberiya Xweser a Efrînê bîlançoya du salên êrîşên li ser Efrînê eşkere kir

  • 17:26 7 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bîlançoya êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi rêya daxuyaniyekê li wargeha berxwedanê eşkere kir.
 
Ji destpêka êrîşên li ser Efrînê yên  ji aliyê dewleta tirk, heta niha gelek kes hatine qetilkirin û koçberkirin.  Li gorî belgekirina kiryaran ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ve gelek kes bi tundiyê rû bi rû mane. Ji bo eşkerekirina blançoya kiryaran Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê daxuyanî li Wargeha Berxwedan a Şehbayê, bi tevlîbûna hemû sazî û dazgehên girêdayî Rêveberiya xweser, meclîsa kantona Şehbayê û saziyên girêdayî wê û gelê Efrînê, bi hildana wêneyên komkujiya Til Rifetê, hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberya Xweser a herêma Efrînê Nerîman Sîdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi armanca pêkanîna pilana yek netew hemû cureyên şer û zextê li Rojhilata Navîn ji aliyê desthilatdaran dan meşandin. Mînaka herî ber bi çav Sûriye ye. Dewleta tirk ji bo berfirehkirina serweriya xwe aloziya Sûriyeyê kûrtir dike. Weke ku di Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dide meşandin. Di destpêka projeya dagirkeriya dewleta tirk û bi hevkariya hemû dewletên navnetewî, di dîroka 20’ê Çileya 2018’an de Efrîn xistin armanca projeya xwe û yekser sivîl hedef girtin û gelek komkujî derheqê gel de pêk anîn, mîna komkujiya taxa Mehmûdiyê ya ku dikeve navenda bajarê Efrînê. Di dîroka 16’ê Adara 2018’an de, di êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê 12 komkujî li hember hemû zagon û çavên cîhanê pêk anî. 
 
'Xistina pêkhateyên Elewî û Êzîdî nava pilanên tunekirinê'
 
Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve rojane gel bi kiryarên dijî mirovahî re rû bi rû dimînin ji revandin, qetilkirin, êşkencekirin, jinan bi dare zorê zewicandin, dawî li jiyana xwe anîn û talankirina mal û milkên gel. Di encama dagirkeriyê de zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û bîlançoya kiryarên dewleta tirk di du salên dagirkeriyê de 6200 kes hatin revandin û ji wan 3 hezar û 300 kes çarenûsa wan ne diyar e, 553 kes piraniya wan jin û zarok rastî qetilkirinê hatin û ji wan jî di encamê êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan. Kiryarên dewleta tirk di çarçoveya hedefgirtina gel de nema, pirojeya guhertina etnîkî li aliyekê din dan meşandin û pêkhateyên Elewî û Êzîdî jî xistin nava pilanê tunekirina Etnîkî û ji bo dewamkirinê pilanên xwe, malbatên çeteyan bi taybet ên Tirkman di Efrînê de bi cih kirin.
 
'Pilanê dagirkeriyê talan û wêrankirina cihên dîrokî ye'
 
Her wiha guhertina demografiya Efrînê yek ji pilanên dagirkeriyê ye, di nav de xweza, şûnwar û pîrozgehên olî rastî kiryarên dewleta tirk hatin. Li gorî belgekirinê zêdetirî 200 hezar dar û di nav de 300 darên temen mezin hatin birîn, rûxandin û talankirina 16 cihên dîrokî û deh pîrozgehên olî ji bo desteserkirina zêr û şînwaran hatin kolan û rûxandin.
 
'Divê dewleta tirk û hevkarên wê bi tund bên dadgehkirin'
 
Dewleta tirk di dagirkirina Efrînê de xwe negirt, êrîşên xwe bi ser gelê Efrînê yên koçkirî di gundewarên navçeya Şêrewa ya Efrînê û kantona Şehbayê de jî anî. Li hember van kiryaran em bang li saziyên peywendîdar dikin ku kiryarên dewleta tirk sûcên şer û zagûnên navneteweyî derbas kir, ji bo vê yekê divê ku dewleta tirk û hevkarên wê bi tundî bên dadgehkirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Na ji dagirkeriya tirk re", "Na ji guhertina demografîk re" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.