Ji DAKAP û TJA'yê tûra bisîkletê

  • 17:06 7 Adar 2020
  • Rojane
AMED - DAKAP û TJA'yê di çarçoveya 8'ê Adarê de tûra bisîkletê pêk anîn.  
 
Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dîcle Amed û Tevgera Jinên Azad (TJA)  di çarçoveya 8'ê Adarê de ji Şaxa Egitim Sen a Kayapinara Amedê heta Navçeya Sûrê jinan  tûra bisîkletê pêk anîn. Hevkarên TJA'yê beşdarî tûra bisîkletê bûn. Paçikên bi nivîsên "Di dolabê de ziqûm heye","Çi ji te re ","Em ne namûsa tu kesî ne","Jin hêvî ye","Cinayetên jinan polîtîk in","Em natirsin" bi bisîkletan hatin daliqandin. 
 
Jinan di dema tûra bîsîkletê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Em natisin û huş nabin","Em serî natewînin" berz kirin û lîrandin. Wesayetên di trafîkê de jî korne lê dan û piştgirî dan jinan. 
 
Tûra ku ji Kayapinarê dest pê kir li ber Mînareya Çarling a li Sûrê bi dawî bû.