Jinên ciwan li Navenda Berfînê 8’ê Adarê pîroz kirin

  • 16:32 7 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8'ê Adarê jinên ciwan ên Navenda Berfîn a bajarê Hesekê şahiyek li dar xistin. Ji rêveberiya jinên ciwan Mîdiya Dawûd got: "Bi têkoşîn û berxwedana xwe, em ê jinên cîhanê bi giştî azad bibin."
 
Jinên di bin deshilatdariya rejîma Sûriyeyê de ji mafê kar û xebatê bêpar hatibûn hiştin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava li hemû qadên jiyanê xwe bi rêxistin dikin. Herî zêde jî jinên ciwan ji vê rewşê sûdê digirin û xwe di qadên xebatê de bicîh dikin. Yek ji saziyên bi perwerdeya jinên ciwan re mijûl dibe Navenda Berfin a Taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye. Jinên ciwan ji qursên dirûn û kompîturê mezûn dibin û belgeyên xwe digirin. Komên nû wan dest pê dikin. Koma ku ji serê salê de dest bi kursên dirûn û kompîturê kiribûn perwerdeya xwe bi dawî kirin û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bawernameyên xwe girtin. Hem pîrozbahiya 8’ê Adarê hem jî bidawîkirina kursên xwe kirin yek û bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji Rêveberiya Navenda Berfînê Mîdiya Dawûd girêdayî serkeftina ku jinên cuda di perwerdeyê de bi dest xistine ev nirxandin kir: "Her gav em ê jina perwerde bikin û mafê wan bidin nasîn. Ji bo her jin di ferqê de bin, bê ne tenê malbat, civak jî li pêşiya xewin û xeyalên wan disekinin. Tu kes nikare îradeya me bişkîne. Her dem em ê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin, heya hemû jinên cîhanê azad bibin. Em roja 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim."
 
Şahî bi tilîlî û gerandina govendê bi dawî bû.