Li Rojava çalakiyên 8'ê Adarê bi serdanan dewam dikin

  • 16:10 7 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - ŞEHBA - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Kongreya Star serdanê saziyan kirin.
 
Di 1'ê Adarê de Komîteya amadekar bernameya 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihandibû. Di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de Rêxistina Kongreya Star a Dêrikê û Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê li Qamişloyê serdana saziyan kirin. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Şehbayê jî serdana Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê kirin.
 
Komîteya amadekar a 8'ê Adarê li Qamişloyê serdana saziyan kirin
 
Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê li bajarê Qamişloyê serdana PYD'ê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, navenda têkîliyên derve ya Dîplomasî, Asayişa Jinê, Birîndarên Şer, YPJ'ê, ragihandin û Yekîtiya Jinên Sûryan kirin û cejna wan pîroz kirin.
 
Her wiha wek diyarî wêneyê şehîd ên berxwedêrên jin hatin dayîn. 
 
Kongreya Star a Dêrîkê serdana saziyan kirin
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Rêxistina Kongreya Star a bajarê Dêrikê serdana saziyan kir û cejna wan pîroz kir.
 
Di 1’ê Adarê de Komîteya amadekar bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Rêxistina Kongreya Star a Dêrikê  serdana asayişa Jin, Hêzên parastina cewherî, birîndarên şer û hêzên YPJ'ê kirin û cejina wan pîroz kirin.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Şehbayê serdana Yekîtiya Jina Azad kirin 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Yekîtiya Ciwanên Şehbayê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê serdana Yekîtiya jina azad a Şehbayê kirin. Bi beşdarbûna Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehbayê û Yekîtiya Ciwanên Şehbayê serdan hat kirin. Ciwanan wêneya Şehîd Avesta Xabûr diyarî Yekîtiya Jina azad a Şehbayê kirin.
 
Rêveberiyê Yekîtiya Ciwanên Şehbayê Nacî Selemê têkildarî Cejina Jinê wiha got: "Em 8'ê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û bi taybet jinên Şehbayê. Bi vê boneyê weke tevgera Ciwanên Şehbayê me serdana Yekîtya Jina Azad a Şehbayê kir.” 
 
'Azadî û hêza jinan encama fikir û têkoşîna Rêber Apo ye'
 
Nacî da zanîn ku bi têkoşîn û felsefeya Rêberê Apo jin gihiştiye vê astê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya hilbijartina xeta berxwedan û têkoşînê gihiştin asta herî bilind a azadiyê. Mîna şehîd Zîlan, Bêrîtan, Barîn û hwd yên ku bi fedakirina canên xwe bûn riya serhildan û azadiyê, bûn vedenga hemû jinên cîhanê. Azadî û hêza jinan encama fikir û têkoşîna Rêber Apo ye, ku bi salan e ji bo azadiya jin û hemû gelên bin dest li ber xwe dide. Felsefeya Rêber Apo hêz û îradeya jinan xurtir dike ku bi vê hêzê îro li hember sîstemên desthilatdar disekine û têdikoşe."
 
'Bi yekbûna gelan wê serkeftin mîsoger be'
 
Nacî diyar kir ku bi yekbûna gelan wê serkeftin mîsoger be û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi riya yekbûna beşên civakê wê hemû astegî derbas bibin. Wê civakek azad were avakirin.”
 
Li ser navê Yekîtiya jinên Ciwan a Şehbayê Bedîa Mislim got: "Şêwaza azadiya jinan, tenê wê bi saya felsefeya Rêber Apo bigihêje serfirazî û azadiya xwe."