Bi boneya 8'ê Adarê Xwaringeha Nan û Dan hat vekirin

  • 15:48 7 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Bi boneya 8'ê Adarê Komîteya Aborî û Kongreya Star bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" xwaringeha bi navê Nan û Dan li Kobanê vekirin.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, îro Komîteya Aborî û Kongreya Star a Kobanê xwaringeha bi navê Nan û Dan li Findiqa Kobanê vekirin. Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amede bûn. Findiq bi alên Kongreya Star hatibû xemilandin û jinan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn. Piştî deqeyek rêzgirtin, berdevka komîteya Aborî ya herêma Firatê Cîhan Kîko axivî.
 
'Bi keda jinê wê aborî bê xurtkirin'
 
Cîhanê di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Bi boneya 8'ê Adarê em îro xwaringeha Nan û Dan li Kobanê vedikin. Bi keda destê jinê wê aboriya me pêş bikeve, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro jin bû xwedî nasneme û bi destê xwe xebatê dide afirandin."
 
Piştî axaftinê şêranî li beşdaran hat belavkirin. Her wiha Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê biroşur li kesên hazir belav kir. Xalên di biroşurê de ev bûn. Şidet, sedemên şidetê û çareserî çi ye. 
 
Piştî wê jî ji aliyê Komîteya Perwerde û Akademiya Ş. Şîlan Kobanê pêşbirkek di derbarê dîroka şoreşa jinê, şoreşa Rojava û roja 8'ê Adarê de pêşkêş kirin. Du girûpên xweser hatin  hilbijartin yek bi navê şehîd Hevrîn Xelef û ya din jî bi navê şehîd Barîn. Diyariyên pêşbirkê jî kefiyên YPJ'ê bûn.
 
Her wiha cihê ku sibehê wê şahiya 82ê Adarê were lidarxistin îro ji aliyê komîteya çalakiyan ve hat xemilandin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwaringeha bi navê Nan û Dan di sala 2015'an de ji aliyê Aboriya giştî ve hatibû vekirin, lê ji ber sedema şerê 9'ê Cotmehê ev Findiq hatibû girtin. Îro komîteya Aborî û Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê Findiqa Nan û Dan vekirin.