Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê ya Îzmîrê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • 15:26 7 Adar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê ya Îzmîrê bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê têkoşîna parastina mafan esas digire dewam bike. 
 
Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê ya Îzmîrê bi munasebeta 8'ê Adarê li avahiya xwe ya Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê da. Metna çapemeniyê Ayşenûr Kizaoglu xwend. 
 
'Em naxwazin ev mafên me ji aliyê mêran ve bên dayin^'
 
Ayşenûrê diyar kir ku bi polîtikayên dewletê qadên jinan tên tengkirin û wiha got:"Em dixwazin jiyana civakî li her derê wekhev, azad û bi edalet be. Ev mafên me yên jidayikbûnyinê ye. Em naxwazin ev mafên me ji aliyê mêran ve bên dayin. Ew ê têkoşîna parastina mafan esas digire dewam bike. "
 
'Gelek jin di bin gefên mêran de dijîn'
 
Ayşenûrê wiha dewam kir:"Ji bo kujeran daxistina ceza ye neheq pêk tê. Nadira Kadirova li mala parlamenterê AKP'ê Şirin Unal bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Lê dosya hat girtin. Gulistan Dokû hîn nehatiye dîtin. Kesên xerîb ên li Tirkiyeyê dixebitin jî her bi destavêtin û tecawizê rû bi rû tên hiştin. Gelek jin di bin gefên mêran de dijîn. Stargehên ji bo jinan ne bes in. Navendên jinê ji tundiya mêr diparêzin divê bên amadekirin."
 
'Jinên ku li girtîgehan tên girtin bi binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin'
 
Ayşenûrê bal kişand ser jinên di girtîgehan de û wiha bi dawî kir:"Gelek jin nizanin ku ew ê çawa mafên xwe biparêzin. Kesên di vî warî de pêş ketine jî tecrîd dikin. Cezayên disîplînê didin wan. Gelek jin niha tevî zarokên xwe di girtîgehan de tên girtin. Li cihên ne paqij in tên girtin. Ew di nava şerdên dijwar de têkoşîna xwe didomînin. "