Kongreya Star ji bo 8’ê Adarê li Girê Moza şahî li dar xist

  • 15:11 7 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Kongreya Star li navçeya Amûdê cihê şûnara dîrokî Girê Moza, şahiyeke li dar xist.
 
Di nava rêzeçalekiyên Kongreya Star de, bi munasebeta Roja Jinê ya Cîhanê 8’ê Adarê û bi dirûşma”Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” li navçeya Amûdê cihê şûnara dîrokî Girê Moza, şahiyeke li dar xist. Di şahiyê de jinên tevahî sazî û dezgehên civakî beşdar bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin. 
 
Li ser navê Kongreya Star Endama Rêvebriya Kongreya Star Muna Zorê 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: ”Em cejna 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Weke ku  tê zanîn meha adarê nîşana biharê ye, bi hatina vê mehê jiyan geş dibe û xweza xweşik dibe. Dema navê vê mehê tê gotin yekser 8’ê Adarê di bîra me re, derbas dibe. Em cejna xwe li afrînerê azadiya jinê Rêber Apo pîroz dikin, şoreşa azadiya li ser xeta rast bi rê ve diçe. Gelek jinên qehreman bi fedakariya xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Em bi hêvî ne hemû rojên jin cejin derbas bibin.”
 
Paşê koma Ciwanên Hûrî stranên şoerşgerî ji beşdarvanan re gotin. Her wiha Koma Şehîd Dîlan govendek lîstin, paşê koma şehîd Yekta şanoyek li ser cejna 8’ê Adarê pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.