Li Rihayê şahiya 8'ê Adarê

  • 14:32 7 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Bi minasebeta 8'ê Adarê bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Rihayê şahiyek hat lidarxistin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê bi minasebeta 8'ê Adarê li salona Konferansê ya Çamlica Şehîtlîkê şahiyek li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, hevseroka HDP’ê ya bajêr Emîne Çetîner û aktîvîstên TJA'yê tevlî şahiyê bûn. Her wiha ji navçeyan jî gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn. Di salonê de pankartên “Jin berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" û "Jin jiyan azadî”  hatin daliqandin. 
 
Emîne di destpêka axaftina xwe de roja jinan li hemû jinan pîroz kir û got: "Em ê bi rêxstinbûnê azadiya xwe bidest bixin. Partiya HDP'ê partiya jinê ye. Em ê di bin banê partiyê de xwe bi rêxistin bikin û ji bo mafê xwe serî rakin. Em bang li hemû jinan dikin ku rêxistinbûna xwe xurt bikin."
 
 
Parlamenter Ayşe, di şahiyê de axivî û bal kişand ser rêxistinbûn û têkoşîna jinê û wiha axivî: "Em ê li ser esasê wekheviya jinê xwe bi rêxistin bikin. Li hemberî êrîşên netewperest û zayendperest em ê hertim têbikoşin. Tê zanîn ku hikûmet di her kêliyê de êrîşê li nirxên me û destkeftiyên me dikin. Îktidara ku nizane çawa xwe li ser linga bihêle ji her çar parçeyan ve êrîşê Gelê Kurd dike. Bi hişmendiya qayûm û tecrîtê dixwazin di serî de vîna jinê û vîna Gelê Kurd desteser bikin. Her tim êrîşeke taybet li ser me tê meşandin. Partiya me partiya jinê ye. Em ê bi rêxistinbûnê bi ser kevin. Em ê tecrîtê bi rihê têkoşîna jinê bişkînin. Ez silavên xwe ji Îmraliyê re dişînim. B saya paradîgmaya Abdullah Ocalan me nirxên xwe bidestxist."
 
Piştî axaftinan hunermend Ozlem Gerçek derket ser dikê û stran gotin.