'Xizmên Windayan ji bo jinan edalet xwestin'

  • 14:24 7 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan di hefteya 578’an de ji bo jinên di bin çavan de hatin windakirin edalet xwestin.
 
Di hefteya 578’an de Xizmên Windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di çalakiya xwe ya îro de ji bo jinên di bin çavan de hatin windakirin edelat xwestin. Serokê ÎHD’ê yê Amedê Abdullah Zeytûn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Seval Gulmez, komisyona Berpirsyariya Jinan a Derya Yildirim, Ezgî Salademîr axaftin kirin.
 
Ji Komisyona Berpirsiyariya Jinan Derya Yildirim di destpêka çalakiyê de destnîşan kir ku tu carî jin dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin û anî ziman ku heta kujer bên darizandin ew ê aqubeta windayan bipirsin.
 
Piştî axaftina Derya, Hevseroka DBP’ê Seval Gulmez axivî û diyar kir ku mafê hemû kesan ji bo jiyanek demokratîk heye û 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê pîroz kir. Ji endama komîsyona îşkence û miamelaya nebaş Ezgî Salademîr daxuyanî xwend. Ezgiyê navên jinên ku di bin çavan de hatin windakirin xwend û li aqubeta wan pirsî.
 
Di navbera salên 1991-1998'an de navên jinên ku di bin çavan de hatin windakirin: Makbule Okden, Ayten Ozturk, Ridda Yavuz, Sedîka Dal, Hamîde Şarli, Elîf Işik, Hatun Işik, Yeter Işik, Gulîzar Serîn, Dîlek Serîn, Lutfîye Kaçar, Gulnaz Tatu, Kadriye Tatu, Ayşenûr Şîmşek, Hatîce Şîmşek, Şukran Daş, Fahrîye Mordenîz, Zozan Eren, Neslîhan Uslu û Konca Kurîş.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.