Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya li Silopiyê destûr hat dayîn
- 13:51 7 Adar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Silopiyê bê lidarxistin destûr hat dayîn.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma "Em ê berxwedanê bi rêxistin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin” li navçeya Silopî ya Şirnexê sibêhe mîtîngek tê lidarxistin. Ji bo mîtîngê destûr hat dayîn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê tevlî mîtîngê bibe. Mîtîng dê sibêhê li Qada Newrozê ya Silopiyê pêk bê û mîtîng dê saet 11.00’an de dest pê bike û heta saet 17.00’an bidome. Her wiha hunermend Nurcan Degîrmencî û Zeliha Orak jî tevlî mitîngê bibin.