Weqfa Jina Azad bi daxuyaniyekê navenda xwe li Waşokanî vekir

  • 13:48 7 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Weqfa Jina Azad a Sûriya bi daxuyaniyekê navenda xwe li kampa Waşokanî vekir.
 
Di 1’ê Adarê de Komîteya amadekar bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Weqfa Jina Azad a Sûriya navenda xwe li kampa Waşokanî vekir. Endam û rêveberên Kongreya Star, Meclisa Kampa Waşokanî û koçberên kampê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Endama Ragihandina Weqfa Jina azad Ronaz Şêxê û Rêvberiya Weqfa Jina azad Yasmîn Osman ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Di despêkê de faşîzma dewleta tirk a dagirker ku komkujî li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi teybet jin û zarokan pêk anî û bêdengiya dunyayê li hember komkujiyê şermezar dikin. Di heman demê de bûyera ku li Imraliyê pêk hat berdewamiya komploya li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bûyera şewatê wekî tehdîtek ji bo  tevahî civaka Kurdistan û Rojava ye, lê kes nikare îradeya me bişkîne û di 8’ê Adara 2020’an de asta têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin û li hember dagirkeriyê serî hildin.
 
Em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û li Rêber Apo pîroz dikin. Li ser vê esasê wek Weqfeya Jina Azad a Sûrî li hember zilmê em ê têkoşîna jiyana azad, dewam bikin. Li ser vî esasî wekî Weqfa Jina Azad a Sûrî li tevahî jinên cihanê em 8’ê Adarê pîroz dikin."
 
Paşî deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Şiyar Fehîma Ehmed ve hate vekirin.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.