Bi boneya 8’ê Adarê rêxistina mafên mirovan daxuyanî da

  • 13:28 7 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Rêxistina mafên mirovan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: "Pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera jin û mêr de di hemû warên jiyanê de serkeftin û pêşketinan di civakê de ava dike."
 
Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê di 1’ê Adarê de bi dirûşmeya "Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest bi rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê kir. Di rêzeçalakiyan de îro rêxistina mafên mirovan a Kantona Kobanê daxuyaniyeke da û Roja Jinê ya Cîhanê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên sazî û dazgehên Kobanê amade bûn. Daxuyanî li ber deriyê navenda rêxistina mafên mirovan a Kobanê ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Nesrîn Elî ve hat xwEndin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Jinên Sûriyeyê mafên wan di hemû warên jiyanê de tên binpêkirin. Wekhevî di navbera jin û mêran de tune ye, her tim zilm, neheqî û bi navê namûsê jin tên qetilkirin. Her wiha ji hemû mafên xwe yên zagonî bê par mane. Di destpêka şerê Sûriyeyê de kiryarên cur bi cur li ser jinan tên meşandin.
 
Bi rêya avakirina wekheviyên di navbera jin û mêr de em dikarin mafên jinan di civakê de biparêzin. Ji cudahiyên li dijî jinan xwe dûr bixin, misogerkirina azadiya kar a jinan û ewlehiya civakî biparêzin.
 
Ev hemû ji bo ku jin jiyaneke azad  û bi rûmet bijîn û dûrî hemû binpêkirinên ku ji aliyê mêr-dewlet ve li ser jinan tên meşandin, bikevin. Pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera jin û mêr de di hemû warên jiyanê de serkeftin û pêşketinan di civakê de ava dike."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Na ji tundiya li ser jinan re" bi dawî bû.