Li Mexmûrê jinan rojnameya Rojev a bi mijara 8'ê Adarê belav kirin

  • 12:57 7 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Ji ber ambargoya li hemberî Mexmûrê wêşana rojnameya Rojev hatibû sekinandin. Kedkarên rojnameyê bi minasebeta 8'ê Adarê hejmareke taybet çap kirin. Jin jî bi cilên xwe yên kurdewarî li wargehê rojname belavkirin. 
 
Xebat û çalakiyên 8'ê Adarê bê naber didomin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jin bi xebat û çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jinan li Mexmûrê di çarçoveya xebatên xwe de Rojnemeya Rojev, kart û qurnefîl belav kirin. 
 
Rojnameya Rojev ji sala 2003'yan ve li Mexmûrê weşanê dike. Rojnameyeke heftane ye. Lê belê ji ber ambargoyê 8 meh in rojname nayê çapkirin. Kedkarên rojnameyê bi minasebeta 8'ê Adarê demek dirêjê ji bo hejmara taybet dixebitin. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî hejmara taybet a rojnamê belav kirin. 
 
Her wiha jinan ligel rojnameya Rojev, kartên 8'ê Adarê û kulîlk belav kirin.