TJA: Em ber bi azadiyê ve dimeşin

  • 11:32 7 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ewlehiya ya herî bingehîn a li hemberê êrîşan rêxistinbûyîn, piştgirîdayina hev û berxwedan e û gotin: "Ji ber vê yekê em îsal bi dirûşma ‘Jin berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku bi têkoşînê jiyana azad ava bikin û tora têkoşîna hevpar bilind bikin û dê di 8’ê Adarê de jî li qadên ku mewziyên berxwedanê ne kom bibin. 
 
TJA di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û wiha got: "8’ê Adarê, li hemberî pêkanînên zihniyeta baviksalarî ya ku digihîje hezaran salan, li dijî polîtîkayên kedxwarî, tundî, komkujî û malkirina arasteyî jinan, pêkanînên desthilatparêz, zayendparêz, nîjadperest, rantxur û îstismarkariya olê ku van polîtîkayan kûrtir dike, pîvangekî têkoşîna jinê ya gerdûnî ye ku 129 jinan bi jiyana xwe honandin û pergala baviksalarî teşhîr û mehkûm kirine. Îro wêrisên jinên New Yorkî, li hember polîtîtkayên mîlîtarîst, faşîzan û zayendparêz ku feraseta modernîteya Kapîtalîst û netewe dewletan li dijî xitimîna ku dijîn kûr kirine ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, ji Şîlî, Afrîka heta Ewropayê li hember zîhniyeta baviksalarî têkoşîna hevpar bilind dikin. Her wiha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û jiyana azadîxwaz a jinê ava dikin."
 
'Berxwedanê bi rêxistin dikin'
 
Di daxuyaniyê TJA'yê de wiha tê gotin: "Ewlehiya me ya herî bingehîn a hember van êrîşên bi tevahî birêxistinbûnî, piştgirîdayina hev û berxwedan e. Ji ber vê yekê em îsal bi dirûşma ‘Jin berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
 
Em wek Tevgera Jinên Azad vê 8’ê Adarê bi nirxên mezin ên têkoşîna me ya azadiyê li herêm û cîhanê belav bûye û her ku diçe mezin dibe pêşwazî dikin. Destkeftiyên ku dîroka me ya têkoşînê ya bi dehan sal in pêk aniye bi şoreşa jinê ya ku li Kobanê, Şengalê û Minbiçê bi pêş ketiye ew ber bi asteke jor ve biriye. Pergala jiyana azad û demokratîk a li Rojhilata Navîn ew ê bi vîn, rêxistin û pêşengiya jinê teşe bigire.
 
Bi şoreja Rojava gihaştin asteke girîng 
 
Sedema vê serkeftinê, li Rojhilata Navîn bi taybetî di şexsê jinên Kurdistanî de ji zayendeke rastiya jinbûnê jî wêdetir berxwedana wê ya bi rêya nirxdaraziyên civaka demokratîk-komunal e. Çanda ku jinê afirandiye bi heyîna civakî re ewqas yekpare bûye ku xweparastina civakê ya ji pêşberî êrîşên ku bi domahiya hezaran salan hatine bipêşxistin bi xwe jî dabîn kiriye. Li Rojhilata Navîn xwederbirina dubendiya herî tûj a di navbera pergala baviksalarî ya 5 hezar salan û rastiya jinê de bi vê rastiyê re pêwendîdar e. Pirsgirêka azadiya jinê ya li Kurdistanê bi polîtîka û felsefeya azadî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanî li navenda azadiya civakî hatiye bicihkirin û bi armanca azadiya gerdûnî gihandiye hev. Têkoşîna azadî ya jinê li ser van xakan rojanekirina civakê ya li ser kokên xwe bi şoreşa Rojava re gihîştiye asteke girîng.
 
Xwedîderketina li heqîqetê dê bidomin
 
Ji Clarayan heta Rosayan, ji Sarayan heta Sêvê û Hevrîn Xelefan; em bi kevneşopiya xwe ya berxwedanê wek rêhevalên zindanê, li hundir, li derve li ku derê dibin bila bibin şikandina tecrîdê, hember polîtîkayên qirkirin, înkar û îmhayê mezinkirin û bilindkirina têkoşîna xwe berdewam dikin. Me li ber tecrîdê, faşîzmê û zayendparêziyê stû netewand, bi biryardariya rêxistinbûna di her qada jiyanê de me xebatên xwe domandin.
 
Ruhê jina berxwedêr a modernîteya demokratîk li hember modernîteya kaptalîst li her çar hêla cîhanê têkoşîna xwe ya xwedîderketina li heqîqeta xwe bênavber berdewam dike. Di roja me ya îro de li erdnîgariya rojhilata navîn têkoşîna jinan a xwedîderketina nirxên komûnal a li hemberî modernîteya kapîtalîst ji bom e cihê hevî, coş û şahiyê ye. 
 
Têkoşîna hevpar bilind bikin
 
Ji ber vê yekê em jî ji bo xwedî li van nirxan derkevin bi rihê jinên enternasyonel di 8’ê Adarê de hemû jinan; ji bo em li hember desthilatên ku dijminê jinê û gelan in, patronên ku ji newekheviyê xwedî dibin, paşverûyên ku çav berdane destkeftiyên dîrokî yên jinan, kujeran û yên ku tacîzkaran diparêzin, ji ser kokên xwe bi rê bikevin, jiyana azad ava bikin û tora têkoşîna hevpar bilind bikin, em di 8’ê Adarê de li qadên ku mewziyên berxwedanê ne we vedixwînin hevdîtinê."