Jinên Botanê: Em ê hêza xwe li qadan nîşan bidin

  • 10:36 7 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de axivîn û anîn ziman ku li dijî  destdirêjî, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, êrîşên li ser destkeftiyên jinan, tacîz, tecawizê li qadan bin. Jinan, bang li jinên Botanê kirin ku werin li qadan dengê xwe bilind bikin û hêza xwe li qadan nîşan bidin. 
 
Li Botanê kar û xebatên ji bo 8'ê Adarê bi coşeke mezin berdewam dikin. Jinên ku bê rawestan bi rojan e amadekariya 8'ê Adarê dikin êdî ji bo mîtînga jinan a mezin ku dê li Sîlopiya Şirnexê sibe bê lidarxistin Amade ne. Jinan bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de hêza xwe bikin yek û di 8'ê Adarê de daxwazên xwe li qadan bînin ziman.
 
'Têkoşîna me wê bidome'
 
Hevşaredara Cizîrê ya HDP'yî  ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, di serî de 8’ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz kir û wiha got: “Bi salan e em jin li dijî hemû zext û zehmetiyan 8'ê Adarê pîroz dikin. Em îsal jî li dijî hemû êrîş û astengiyan diçin 8’ê Adarê. Em jin ji aliyê mêr û pergalê ve rastî gelek zext, zordarî û tundiyê tên. Lê li gel van hemû zext û zara ku tê kirin jî jinên leheng, yên wekî Leyla Guven pêş ketin û mîrasa jinên berxwedêr ên beriya xwe dewr girtin. Em bi vê hêzê ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Di salên dawiyê de hem pergala mêr û hem jî pergala dewletê bi ser me jinan de hatin. Di her qada jiyanê de jin hatin kûştin, destkeftiyên jinan hatin talan kirin û jin tûne hatin hesibandin. Bi salane em jin bi zehmetiyan re rû bi rû ne. Di nav malê de, di nav civakê de û di qada siyasî de jin bi tundiyê re rûbirû ne. Lê jinan li her qada jiyanê xwe pêş xistin û bûn xwedî destkeftiyên mezin. Dixwazin jinê tune bihsibînin. Her wiha êrîşî pergala hevserokatiyê jî kirin. Lê têkoşîna me wê bidomîne.”
 
'Ger daxwaza azadiyê ne sûc e'
 
Dayika bi navê Aynur Elçîoglu jî bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û ev tişt got: “Daxwaza me ew e ku ev 8’ê Adarê bibe wesîleya bi dawîkirina qirkirina jinan, êrîşên zayendî ên li dijî zarokan û destdirêjiya li dijî jinan bi dawî bibe. Ger li dijî van êrîşên tên kirin têkoşîn neyê dayîn wê ev êrîş zêdetir bibin. Bêdengî sûcekî mezin e. Em ê hemû rabin ser piyan. 8’ê Adarê roja têkoşînê ye jinêye û dakevin qadan. Em 8’ê Adarê de bibin dengê hemû jinên cihanê. Tacîz û tecawizên ku li dijî jin û zarokan pêk tên ne bi tenê li ser wan her wih li dijî hemû civakê tê kirin. Divê em dawî li van êrîşan bînin û ev jî bi berxwedanê dibe. Bila jin bêdeng nemînin û di 8'ê Adarê de dakevin qadan. Bêdengî sûcê herî girane. Ger ku daxwaza azadiyê sûc be em bi îdamê razî ne. Em tu carî li dijî êrîşan bêdeng neman û em ê îro jî bêdeng nemînin.”
 
‘Ji bo azadiya jinê dê têkoşîn bidome’
 
Zîlan Ecevît a ku di rêvebiriya HDP’ê ya navçeya Cizîrê de cih digire bi lêv kir ku duh jî îro jî komkûjî û tecawizkirina jinê ji rojevê derneketiye û berdewam dike. Zîlan, got tundî û zextên li ser jinê her ku roj diçe zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê tundiyê divê em jin bi rengê xwe, bi dengê xwe û bi coşa xwe li qadan bin. Em di 8’ê Adarê de li heber hemû êrîşan dengê xwe bilind bikin. Tevgera jinan jî îro di hedefa civak û pergalê de ye. Ji ber wê jî dê têkoşîna me berdewam bike. Dema em dibêjin 8’ê Adarê coş û rengê jinê tê bîra mirov. Ji ber wê jî em ê bi coşeke mezin li qadan bin.”
 
‘Em bi rihê Sêvê, Pakîze û Fatmayan diçin 8'ê Adarê’
 
Zozan Aksu ya ku di rêvebiriya HDP’ê ya navenda Şirnexê de cih digire jî ev tiş got: “8’ê Adarê bi taybetî ji bo jinên Botanê gelek girînge. Ev sedsala 21’emîn em dixwazin bibe sedsala azadiya jinê. Em starta 8’ê Adarê li Şirnexê da û fînal jî dê li Silopiyê bi mitîngê bê dayîn. Em dixwazin hemû jinên botanê tevli mîtînga 8'ê Adarê ya li Sîlopiyê bibin. Em dixwazin ku ev miting bibe bersiva qedexeyên hatin ragihandin. Em ê bi rihê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ber bi 8’ê Adarê ve biçin. Em dixwazin ku bersiveke xûrt bidin pergalê. Li dijî hemû êrîşan werin dengê xwe bilind bikin. Em ê li herema xwe nîşan bidin ku jin çawa bi hêz in.”