Coşa 8'ê Adarê ya jinên Farqînê

  • 10:30 7 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Şaredariya Farqînê di çarçoveya 8'ê Adarê de hinek çalakî pêk anî. Şitil çandin, lîstikên şanoyê pêşkêş kirin û jin li gelek qadan hatin gel hevdu û derbarê 8'ê Adarê de sohbet kirin.
 
Şaredariya Farqînê di çarçoveya 8'ê Adarê de şitilên daran çand. Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak, endamên meclîsa jinê ya şaredariyê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Piştî çandina şitilan Naşîde xelat li jinan belav kir. 
 
Piştî çandina şitilan jin beşdarî çalakiya 8'ê Adarê bûn. Di şahiyê de dirûşme hatin berzkirin û bi stranên dihatin gotin govend hat gerandin. Piştî şahiyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê bi lîstika “Tartuffe” derketin pêşberî temaşevanan. 
 
Kadınların büyük heyecanla izlediği “Tartuffe” oyunu dakikalarca ayakta alkışlandı. 
 
Çalakî bi dirûşma “Jin jiyan azadi” bi dawî bû.