Melîha Çetîn ya yekem car çû Îmraliyê:Li Îmraliyê pergalek cuda heye

  • 09:31 7 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL- Xwişka Veysî Aktaş, Melîha Çetîn ku piştî ku birayê wê birine Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind ya Îmraliyê, diyar kir ku berê jî çûye gelek girtîgehan lê cara yekem pergaleke wisa ya girtîgehê dîtiye û wiha got: “Li Îmraliyê pergaleke pir cuda hatiye avakirin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş yên li girtîgeha Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind ya Îmraliyê tên girtin di 3’ê Adarê de bi malbatan re hevdîtin kirin. Melîha Çetîn ya ku 5 sal bû bi birayê xwe Veysî Aktaş re hevdîtin nekiribû cara yekem di 3’ê Adarê de çû Îmraliyê.
 
Melîhayê bi lêv kir ku çûyîna Îmraliyê gelek zehmet e û wiha berdewam kir: “Piştî em gihiştin qereqolê, em di bin çavdêriyê de bûn. Heta em li keştiyê siwar bûn û jê peya bûn, heta girtîgehê ligel me leşker hebûn. Li gelek nokteyan lêgerîn hatin kirin. Em ji alava X-Ray derbas bûn. Lêgerîneke giran hat kirin. Me wek malbat di 5 salan de sê caran hevdîtin kir. Ez jî cara yekem çûm. Em ne nameyekê digirin, ne jî dikarin bi telefonê biaxivin. Dayika min ji ber ne xweş e nikare biçe hevdîtinê. Miroveke ku hinek nerehet be nikare biçe Îmraliyê. Ji ber ku gelek zehmet e.Ez nexweşa şekir im, min jî gelek zehmetî kişand. Min tenê Veysî dît. Nîv saetê em ligel hev man. Saloneke mezin bû. Maseyek gilover bû. Du kursî hebûn. Gardiyanek jî li salonê bû. Kurdî axivî.”
 
‘Em dixwazin mafên xwe yên hevdîtinê bi kar bînin’
 
Melîhayê destnîşan kir ku pirsgirêka tenduristiyê ya Veysî tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min birayê xwe baş dît. Tenê hinek qelew bûbû. Berê zeyîf bû. Min got çima evqas qelew bûye. Got ‘nizanim.’ Ji ber ku berê ne qelew bû. Min got ‘ji ber şewata hatiye jiyîn em bi fikar in’. Wî jî got agahiya wan zêde ji şewatê tune ye. Agahiya wî tunebû ku em diçin hevdîtinê jî. Em dixwazin mafê xwe yê hevdîtinê her tim bi kar bînin. Bila nameyên me bidin. Bila mafê telefonê bê bikaranîn. Min gelek bêriya wî kiribû. Min ew bi hesret hembêz kir. Pergala Îmraliyê gelek cuda ye. Ez berê jî çûbûm gelek girtîgehan. Lê min pergaleke wisa nedîtibû. Pergaleke pir cuda li wir heye.”