Jinên Anarşîst: Em dest ji kolanan bernadin

  • 09:25 7 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL- Îrem Çopur diyar kir ku ew wek jinên Anarşîst ji bo nîşan bidin ku dest ji jiyana xwe bernadin, wê li qadên 8’ê Adarê bin. Îremê wiha got: "Zexta li ser beden, jiyana me pêk tê ancax bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dikare bê rakirin. Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin."
 
Jinên Anarşîst yên ku ji sala 2010’an de bi çalakiyên xwe yên cuda balê dikşîne, xebatên xwe bê navber dimeşînin. Ji endamên komê Îrem Çopur diyar kir ku ji roja Jinên Anarşîst hatiye avakirin heta niha têkoşîneke ku rêxistinbûna jinan esas digire dimeşînin û heta niha li dijî polîtîkayên binpêkirinê jî bi rêxistinbûna xwe bersiv dane.
 
‘Em bi nasnameya xwe ya anarşîst û jinê têdikoşin’
 
Îremê wiha berdewam kir: “Em hem bi nasnameya anarşîst hem jî bi ya jinê têdikoşin. Rêxistinbûneke me ya ji jinan pêk tê heye. Ev jî tê wateya ku mekanîznameya biryarê jin ava dikin. Em her yek jiyana xwe ava dikin û çalakiyên xwe jî bi îradeya xwe pêk tînin. Li dijî zext û binpêkirinê xeteke me ya têkoşînê heye. Çalakiyên me jî di vê esasê de ne.”
 
‘Hewl didin piştevaniya jinan provoke bikin’
 
Îremê wiha got: “Em diçin daîreyên zewicandinê. Em li ber wan çalakiyên xwe dikin. Em diçin edliyeyê. Em li wir çalakiyên xwe dikin.Em diçin ber girtîgehan. Em meşên azadiyê dikin. Em dozên jinan dişopînin. Dewlet mafê jinê qedexe dike. Sala borî 8’ê adarê bi hinceta ‘li ber ezanê fîkandin’ provoke kirin. Hedefa me jinên Anarşîst a di 8’ê Adarê ‘em dest jê bernadin e’. Ji ber ku em ji biçûkatiya xwe de dest ji tu tiştî bernadin. Em ê di 8’ê Adarê de jî li kolanan bin. Em ê saet di 14.00’an de li Kadikoyê bin. Piştre em di meşa şevê de li Taksîmê ne û hemû jinan dipên çalakiyê.”