Tora Parastina Jinê: Hewcedariya me bi muzîk û dansê heye

  • 09:06 7 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Pehlîvan 
 
ÎZMÎR - Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun wiha got: "Hewcedariya jinan bi şabûn, reqsê heye."
 
Gelek rêxistinên ku parêzvaniya mafê jinan dikin, di xeta femînîstiyê de nîqaşên xwe dimeşînin û ji hunera ku yek parçeyê jiyanê ye jî fêdeyê digirin. Em wek jin ku ji xwe jiyana xwe bi zor didin meşandin, an jî parêzvaniya mafê jinan dikin,  rêwitiya xwe ya navxweyî dem bi dem piştguh dikin. Huner di vê nokteyê de xwedî taybetiyeke girîng e.
 
Tora Parastina Jinê ya li Tirkiyeyê sê sale û li Îzmîrê jî saleke faliyetan dimeşîne, çarçoveya rêxistinbûna xwe, wek teşeyê rêxistinbûneke ku şabûnê beralî nake, esas digire. Li aliyê din jî  di mijarên îstîsmara zarokan de, di mafên nefeqeyê de nîqaş dikin û her wiha dansa Balfolk a meşeî ya Swêdê fêr dibin û xwe bi xwe şa dibin.
 
Tora Parastina Jinê ya wek rêxistineke serbixwe xwe rêxistin dikin, ji bilî parastina fîzîkî ya parastina cewherî,  mijarên weke ‘rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê’, ‘Çima em bi şîdetê re tên rû hev’ bi komên wek 10-15 kesî nîqaş dikin. Ligel vê atolyeyên beden, zayend û dansê jî pêk tînin.
 
‘Hewcedariya jinan bi xebatên wisa hene’
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun got di naskirina bedenê de, muzîk û dans ji bo wan gelek girîng e û got: “Fêdeya dansa Balfol ji bo me gelek girîng e. Ev xebateke ji bo hezkirina beden gelek girîng e. Hewcedariya jinan bi van xebatên wisa heye. Li aliyê din jî li dijî êrîşên li hember mafên jinan gotinên me yên polîtîk hene. Xebata parastinê ya jinan di esasê de di nokteya pratîk û teorî de dibe yek. Di alî tevgera jinan de jî sekna polîtîk û têkoşînê gelek girîng e. Ger em bedena xwe qebûl bikin û hez dikin, em ê xwe nas bikin.  Ev xebatên hunerê ji ber vê gelek girîng in.”
 
‘Hewcedarî bi muzîk û dansê heye’
 
Gîzemê naskirina vê dansê û pêvajoya kampê wiha nirxand: “Em bi hev re şa bûn, kenyan, bûn yek û me bi hev re nîqaş kir. Di roja dawî ya kampê de me dans kir. Wê rojê hevalek me dansa Balfolk  wek xebata atolyeyê pêk anîbû. Hevalên me ewil li Parka Yogurtçu ya Stenbolê bernameyek pêk anîn. Piştre di vekirina Mor Mekan a Enqereyê de dansa Balfolk lîstin. Em jî li Kordon a Îzmîrê ji bo dansa Balfolk bê fêrkirin hatin cem hev. Hewcedariya me bi vê  jî heye. Tiştên herî zêde me tînin cem hev xebatên muzîk û dansê ne. Em ê di 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de jî li qadan bin.”